Prosedûrên nirxandina yekparebûnê wê ji bo serokwezîr, cîgirên serokwezîr, wezîran û şêwirmendên wan bên destnîşankirin

Hukumetê pêşnûmeyên qanûnên “Li ser guhertinên qanûna xizmeta giştî” û “Li ser guhertinên qanûna komîsîyona pêşîlêgirtina gendelîyê” pesend kirine.
Tê payîn ku pejirandina pêşnûmeqanûnan mêxanîzmên nirxandina yekparçeyê ji bo serokwezîr, cîgirên serokwezîr, wezîran, şêwirmendên wan û her weha şêwirmend û cîgirên wezîran yên ku li ser bingeheke nehukumî hatine tayînkirin, destnîşan bike.
Danasîna pêvajoyeke mecbûrî ya nirxandina yekparebûnê wê bibe sedema zêdekirina bawarî û şefafîyetê di sîstema dewletê de. Di heman demê de, bi berdewamî pêkanîna nirxandinên yekparebûnê, wê gengaz be ku rîskên gendelîyê bên kêmkirin, ku ev yek wê raste-rast bawerîya gel bi rayedarên dewletê zêde bike.
Pêkanîna nirxandinekê li ser exlaqê wê berpirsîyarî û asta çavdêrîya giştî ya kesên ku ji bo meqamên giştî hatine tayînkirin zêde bike.







