H’emû nûçeSereke
Dibe ku Ermenîstan fêkîya, sebze û cûrên vexwarinan îxracî Adirbêcanê bike: Papoyan

Wezîrê aborîyê Gêvorg Papoyan 28 ê kanûnê, hevpeyvîna bi rojnamevanan re gotîye ku hinardekirin ji Ermenîstanê bo Adirbêcanê mimkûn e.
“Ne tenê hawirdekirin mimkûn e, lê di heman demê de hinardekirin jî mimkûn e, bisekinin, her tişt mimkûn e. Me ji rîya Gurcistanêye hesin bihayeke pir reqabetê wergirtîye, ji ber vê yekê gelek derfet hene. Ez difikirim ku di demeke nêzîk de alîyên Gurcistanê û Adirbêcanê wê peymaneke din ya serketî ragîhînin û em ê wê piştrast bikin”,-wezîr gotîye.
Dema ku pirsa ji News.am ê ka Ermenîstan dikare çi raberî Adirbêcanê bike, Papoyan wiha bersiv daye: “Lîsteyeke kelûpelan heye: alyûmîn, heywan, fêkî, berhemên têkstîl, ango xebat tê kirin, ew niha di van niqaşan de ne”.







