Di pêvajoya danûstandinan ya bi Adirbêcanê re li ser mijara Destûrê hîn jî lihevkirinek bi dest nexistîye: Mîrzoyan

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan di hevpeyvîna bi têlêvîzîyona Giştî re li ser qonaxa niha ya pêvajoya danûstandinên Ermenîstan-Adirbêcanê rawestîyaye û zelal kirîye ku çima peymana aşîtîyê nehatîye îmzekirin.
Wezîr dîyar kirîye ku xebata li ser beşa bingehîn ya peymanê qedyaye û metina peymanê tebaxê hatîye îmzekirin.
“Pêvajo di vê demê de tu wateya pêşveçûyînê tune.Yan em li ser kengê û li ku kîderê îmze bikin li hev bikin, yan em nekin, me hîn li hev nekirîye. Û hûn tînin bîra xwe ku nivîs adarê de li ser hev hatîye kirin, tebaxê de hatîye îmzekirin, îdî kar li ser vê yekê tune ye”.
Li gorî Ararat Mîrzoyan, nakokîya sereke daxwaza ku ji alîyê Adirbêcanê ve tê raberkirin ya ji bo guhertina Destûra Komara Ermenîstanê ye, ku ji alîyê Ermenîstanê nayê qebûlkirin.
“Bê guman, ev [pêvajo] divê bi îmzekirin û dû re pejirandinê bi dawî bibe. Fikira wan ya taybet heye, em bi wê fikirê re parve nakin. Mebesta min meseleya Destûra Bingehîn e ku ew derdixin holê, fikira wan ya taybet heye, ya me jî ya me ye û hîn jî li vir lihevkirineke me tune ye”.







