H’emû nûçeSereke
Îran amadebûna xwe ji bo pêşxistina dîyaloga stratêjîk bi Ermenistanê re dubare dike

Îranê amadebûna xwe ji bo pêşxistina dîyaloga stratêjîk bi Ermenistanê re careke din piştrast kirîye.
Nûnerê wezîreta Îranêye karên dere fermî Êsmayîl Baxaêî ragîhandîye ku Tehran dixwaze têkilîyên xwe yên bi Yêrêvanê re li ser bingeha berjewendîyên neteweyî pêş bixe.
Baxaêî li ser daxuyanîya serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ya li ser daxwaza îmzekirina belgeya hevkarîya stratêjîk şîrove kirîye û gotîye: “Têkilîyên bi Ermenîstanê re li ser bingeha berjewendîyên hevbeş in. Em bi biryar in ku di warên cûre-cûre de hevkarîyê qewîn bikin”.
Baxaêî her wiha gotîye ku Îran rêzê li mafê dewletan digire ku bi hevkarên xwe re hevkarîyê bikin heya ku zirarê nede têkilîyên bi Tehranê re.







