Kûrkirina têkilîyên me bi Yekîtîya Avropayê re nîyeta me tune ku têkiliyên xwe bi Rûsyayê re qut bikin:Mîrzoyan

Kûrkirina têkilîyên bi Yekîtîya Avropayê re ne dawîya pêvajoyê ye, lê divê ew bi qutkirina têkilîyên bi Rûsyayê re neyê nas kirin. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan wextê hevpeyvîna bi têlêvîzîyona Giştî re gotîye, behsa hevkarîya stratêjîk ya bi Yekîtîya Avropayê re û bandora wê ya gengaz li ser têkilîyên Ermenîstan-Rûsyayê kirîye.
“Min gotîye ku kûrkirina têkilîyên me bi Yekîtîya Avropayê re ne armanc e ku têkilîyên me bi Fêdêrasîyona Rûsyayê re qut bibin. Qutkirina têkilîyên me bi Fêdêrasîyona Rûsyayê re divê bi endametîya di Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî de neyê destnîşankirin. Em niha dewleteke endamê Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî ne û hevkarîya me ya sûdmend heye, di nav de hevkarîya pir sûdmend ji bo me di çarçoveya Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî de. Heger rojekê pirsa tevlîbûna Yekîtîya Avropayê derkeve holê, paralel bi wê pirsê re divê pirsa mayînê, ango beşa din ya pirsê, mayîna di Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkêî de, derkeve holê. Ez nikarim vê yekê înkar bikim û kes jî nikare, lê heger ew roj bê, em ê rûnên, li ser bifikirin, ew ê bibe mijara niqaşê, divê li ser wê mijarê biryarek bê dayîn”.
Niha têkilîyên me bi Yekîtîya Avropayê re kûr dibin. Belê, ev ne dawî ye. Di dawîyê de qanûneke me heye, qanûna Komara Ermenîstanê, ku di bingeh de, desthilata cîbicîkar ya Komara Ermenîstanê mecbûr dike ku pêvajoya tevlêbûna Yekîtîya Avropayê bide destpêkirin. Ev qanûnek e, ev ji hêla tevahîya cîhanê ve tê zanîn. Erk ji vê derdikevin, ji ber vê yekê, li cîhê ku em îro lê ne, ev ne dawî ye, lê ez dixwazim li dînamîkên serdema dawî binêrim û heger em li ser Yekîtîya Avropayê diaxivin, em dibînin ku em li ku ne. Mîsyoneke çavdêrîya sîvîl ya Yekîtîya Avropayê hebû, ku bi berdewamî rewşa li herêma sînor dişopand. Gelo vê yekê beşdarî aramîyê kir? Ez difikirim ku bê guman ew beşdarî kirîye. Me di warê ewlehî û parastinê de şêwirmendî kirîye. Berê bi Yekîtîya Avropayê re rojeveke wisa hebû, tune bû. Me di çarçoveya bernameya “Berxwedan û mezinbûn” de piştgirîya Yekîtîya Avropayê kir, pirsêktorî di nav de ji hêla erdnîgarîyê ve, pir cihêreng. Komara Ermenîstanê bê guman qazanc dike. Me di çarçoveya mêxanîzma bi navê “Tesîsa aşîtîyê ya avropî” de di sêktora parastinê de piştgirî ji Komara Ermenîstanê re hebû. Yek çêbû, ya duyem hate paşxistin, lihevkirina li ser ya duyem berê hatîye ragîhandin û ew ê bibe. Em ê dest bi danûstandinan li ser ya sêyem bikin. Me ev daxuyanî hebû da ku rojeva xwe bigihînin asteke stratêjîk.
Sîstêma ewlehîyê ya ku hebû ji bo her kesî rastîyek e û ez difikirim ku ev demeke dirêj e ku nehatîye niqaşkirin jî. Her kesî ev yek qebûl kirîye. Sîstêma ewlehîyê ya ku bi komeke hevkarên xwe re hebû di wextê rast de nexebitî û Komara Ermenîstanê îdî wê sîstêma ewlehîyê wek beşek ji ewlehîya xwe nabîne. Me endametîya xwe di Hevalbendîya Welatên Serbest de qerimandîye”,-Mîrzoyan gotîye. Wezîrê Ermenîstanêyî karên der destnîşan kirîye ku serbestberdana vîzayê dest pê kirîye û niha divê pêvajoyeke întêgrasîyona sêktorî pêk bê: “Rêyeke dirêj li pêşîya me heye, ku me ew derbaz kirîye û em ê berdewam bikin”.







