SerekeSîyasî

Amêrîkayê serê Vênêsûêlayê jê kirîye, rewşa kaosê di rewşa Îranê de îhtîmaleke mezintir heye:pispor

Êrîşa Amêrîkayê ya li ser Vênêsûlayê û alozîya rewşa sîyasî ya navxweyî ya Îranê, bê guman, mijarên ji hev cuda ne, lê li vir xaleke hevpar heye, ku taybetmendîya rastîyên jêopolîtîk yên heyî ye ku bi gelemperî, hiqûqa navneteweyî kar nake. Derheqa wê yekêda pisporê mijarên herêmî Armên Pêtrosyan hevpeyvîn bi News.am re  daye kifşê.

“Her dewletek dikare li gorî berjewendî û şîyanên xwe pirsgirêkên ku pê re rû bi rû dimîne çareser bike.Û em vê rewşê dibînin, bi kêmanî ji sala 2022 a vir ve bi êrîşa Rûsyayê ya li ser Ûkraînayê. Me ev pirsgirêk bi xwe jî jîyaye-kiryarên Adirbêcanê bi piştgirîya Tirkîyayê. Û bê guman, yek ji mînakên wê kiryarên Îsrayêlê li Gazayê, dû re êrîşa Îsrayêlê li ser Libnana cînar, li ser Sûryayê, şerê 12 rojî li dijî Îranê bûye”.

Bi gotineke din, qanûna navneteweyî pir caran kar nake, û ew welatên ku hin pirsgirêkên wan hene ku çareser bikin û her weha derfeta çareserkirina wan jî heye, ji rewşê sûd werdigirin û ajandeyên xwe li gorî berjewendîyên xwe pêşve dixin.

Bi rastî, li Vênêsûêlayê opêrasîyonek bi destwerdana der pêk hatîye, dema ku serokê welêt ji desthilatdarîyê hate dûrxistin, ji hêla hêzên taybet yên welatekî din ve hate girtin û ew welat bi bandor hate serjêkirin.

“Di rewşa Îranê de, hinekî cuda ye. Li vir, pirsgirêk ji rewşa civakî-aborî ya navxweyî derdikevin, ku li vî welatî ji carekê zêdetir çêbûne. Karekî mezin li ser rayedaran heye ku pêşî li pêşketinên bi vî rengî bigirin”,-ewî gotîye.

Armên Pêtrosyan destnîşan kirîye ku par şerê Îsrayêlê-Îranê bi dawî bûye û neçû qonaxa din tenê ji ber ku civaka Îranê têra xwe xurt bûye û li kêleka desthilatdaran sekinî. “Heger di dema şer de li dijî desthilatdarên Îranê xwepêşandan hebûn, bê guman Îsrayêl, bi piştgirîya Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, wê hewl bida ku bigihîje armanca xwe ya dawî, ango hilweşandina rêjîmê. Niha, bê guman, hêzên der li ser vê mijarê bi dijwarî dixebitin û bê guman wê hewl bidin ku wê rêve bibin” ,-ewî tekez kirîye.

Li ser pirsa gelo mimkun e ku Dewletên Yekbûyî dîsa bi rêbazên wekîl yan raste-rast li Îranê bixe, pispor wiha bersiv daye: “Bê guman, ev nayê redkirin.

Lê ferqeke girîng di navbera Vênêsûêlayê û Îranê de heye. Li Vênêsûêlayê muxalefeteke bi bandor heye û di rewşa guhertina desthilatdarîyê de, bi piştgirîya der, dibe ku veguhestina desthilatdarîyê bi lez pêkan be, ku di rewşa Îranê de  hema ne mûmkin e, ji ber ku li derveyî sîstêma bi piranî fûnksîyonal ya di hundirê Îranê de, pergaleke damezrandî tune ye ku desthilatdarî lê bê veguhestin. Bê guman, dema ku cîhê erdnîgarî yê Îranê û avahîya nifûsa Îranê û civaka wê, hem ji hêla êtnîkî, hem ji hêla neteweyî û hem jî ji hêla olî ve tê hesibandin, îhtîmala rewşek kaosê li Îranê pir zêde ye heke li wir kontrolek dîyarkirî tune be. Û bi raya min, ev kontrol niha tune ye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button