
DEM Partîyê ragîhandîye ku cezayê girtîgehê yê li Selahedîn Dêmîrtaş hatîye birîn “li himberî azadîya raderbirînê û sîyaseta dêmokratîk mudaxeleyeke eşkere ya darazê ye”.
DEM Partîyê her wiha bang kirîye ku di serî de Dêmîrtaş hemû girtîyên sîyasî demildest bên berdan.
Hevserokê giştî yê berê yê HDP ê Selahedîn Dêmîrtaş, di doza ku bi tohmeta “heqareta li serokkomar” dihat darizandin de salek 5 meh û 15 roj cezayê girtîgehê lê hatîye birîn.
Di daxuyanîya nivîskî ya DEM Partîyê de hatîye tekezkirin ku cezayê girtîgehê salek 5 meh û 15 rojan nayê qebûlkirin û li dijî hiqûqê ye.
Di daxuyaniyê de hatîye gotin: “Cezakirina kesên ku aşîtîya civakî, îradeya bihevrejîyanê û çareserîya dêmokratîk û aşîtîyane ya pirsgirêka kurdan diparêzin, bi awayekî eşkere nîşan dide ku bêhiqûqî û bêedaletî hatîye tercîhkirin”.
“Dêmîrtaş jî di nav de divê hemû girtîyên sîyasî demildest bên berdan”
Daxuyanîya DEM Partîyê bi temamî wiha ye:
“Cezayê girtîgehê yê ku li Selhedîn Dêmîrtaş hatîye birîn, li himberî azadîya raderbirînê û sîyaseta dêmokratîk midaxeleyeke eşkere ya darazê ye.
Cezakirina kesên ku aşîtîya civakî, îradeya bihevrejîyanê û çareserîya dêmokratîk û aşîtîyane ya pirsgirêka kurdan diparêzin, bi awayekî eşkere nîşan dide ku bêhiqûqî û bêedaletî hatîye tercîhkirin.
Em cezayê girtîgehê yê salek 5 meh û 15 rojan yê ku dadgeha 14 emîn ya cezayê ya Aslîyeyê ya Mêrsînê bi hinceta axaftinên wî yên salên 2015-2016 a yên li Mêrsîn û Amedê û bi tohmeta “heqareta zincîrî ya li serokkomar” li Dêmîrtaş birîye, qet qebûl nakin û li dijî hiqûqê dibînin.
Pêdivîya Tirkyayê îro bi dîyalogekê zêdetir û îradeyeke wêrek ya aşîtîyê heye.
Her nêzîkatîya ku hewl dide parêzvanên aşîtîyê bêdeng bike, astengîyên bi zanebûn datîne pêşîya aşîtîya civakî.
Nabe bê jibîrkirin ku her hevoka ji bo aşîtîyê hatîye avakirin, hevokek e ku ji bo paşeroja welat û civakê hatîye avakirin.
Hewldana bêdengkirin û cezakirina kesên ku van hevokan ava dikin, hewldana tarîkirina paşeroja welêt e.
Em careke din bi awayeke herî xurt tînin ziman ku divê di serî de Selhedîîn Dêmîrtaş hemû girtîyên siyasî demildest bên berdan”.
Bakirhan: em red dikin, em biryarê nas nakin
Hevserokê giştî yê DEM Partîyê Tûncêr Bakirhan jî li ser hesabê xwe yê X ê ev daxuyanî daye:
“Em red dikin ku bi hinceta heqareta li serokkomar cezayê girtîgehê li hevalê me yê hêja Salhedîn Dêmîrtaş bê birîn, em vê biryarê nas nakin.
Biryarên darazê yên wiha li ser rêya avakirina aşîtîyê astengîyên mezin derdixin û bi mezinkirina bêedaletîyê derbê li hêvîya aşîtîyê dixin.
Divê ev aqilê darbeker demildest bê rawestandin, Dêmîrtaşê hêja û hemû girtîyên sîyasî demildest bên berdan.
Rêya aşîtîyê ne bi biryarên daraza darbeker, bi azadî û edaletê tê hûnandin”.







