SerekeSîyasî

Li Helebê êrîşî taxa Şêx Meqsûdê kirine: kuştyek û 2 birîndar hene

Hêzên ewlekarîya hundirîn ya Helebê (Asayîş) ragîhandîye ku komên çekdar yên 4 caran li pey hev êrîşî taxa Şêx Meqsûdê kirine û di encamê de sîvîlek hatîye kuştin û 2 kes jî birîndar bûne.

Hêzên ewlekarîya hundirîn ya Helebê derbarê êrîşên komên çekdar yên li ser taxa Şêx Meqsûdê daxuyanîyek weşandîye.

Di daxuyaniyê de hatîye dîyarkirin ku çekdarên girêdayî wezîreta parastinê ya hukumeta demkî di 24 demjimêrên dawî de 4 caran li pey hev êrîşî taxa Şêx Meqsûdê kirîye.

Li gorî daxuyanîyê, di encama van êrîşan de welatîyek mirîye û 2 welatî jî birîndar bûne.

Her wiha xisareke mezin ya madî gihîştîye milkên xelkê.

Asayîşê eşkere kirîye ku wan di çarçoveya parastina rewa de bersiveke tund daye êrîşan û 2 xalên komên çekdar kirine hedef.

Di daxuyanîyê de hatîye destnîşankirin ku ev êrîş binpêkirineke nû ya agirbestê ye ku bi armanca parastina sîvîlan hatibû ragîhandin.

Hêzên ewlekarîya hundirîn teqez kirîye ku wê bersiva wan di çarçoveya parastina rewa ya can û milkên sîvîlan de bidome û bang li hemû alîyan kirîye ku rêzê li mafên sîvîlan bigirin û taxên niştecîhbûnê nekin hedef.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button