Serokwezîr bi balyoza Amêrîkayêye li Ermenîstanê hevdîtina xatirxwestinê kirîye

Serokwezîr Nîkol Paşînyan balyoza Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîye li Ermenistanê Krîstîna Qwîn qebûl kirîye, ku mîsyona xwe ya dîplomatîk li welatê me temam dike.
Serokwezîr ji bo hevkarîyê û beşdarîya wê di pêşveçûna domdar ya têkilîyên Ermenîstan-Amêrîkayê de spasîya balyozê kirîye. Nîkol Paşînyan bi taybetî tekez kirîye ku di dema wezîfeya xanim Qwînê, têkilîyên di navbera herdu welatan de gihîştine asteke stratêjîk.
Krîstîna Qwînê ji serokwezîr û hukumeta Komara Ermenîstanê re ji bo xebata wan ya hevbeş û hevkarîya berhemdar spas kirîye.Balyoz piştrast bûye ku hevkarîya Ermenîstan-Amêrîkayê wê di pêşeroja nêzîk de hemû alîyan de pêş bikeve.
Alîya li ser pêkanîna projeya TRIPP ê û her weha mijarên din yên balkêş yên hevbeş, nêrînên xwe pevguhêrîne.







