Încîla ku ji alîyê Paşînyan hatîye pêşkêşkirin wê îsal li mûzêya Încîlê ya li Waşîngtonê bê nîşandayîn

9 ê kanûna paşin, balyoz Narêk Mktçyan beşdarî merasîma radestkirina Încîla ku ji alîyê serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li mûzêya Încîlê ya li Waşîngtonê hatibû pêşkêşkirin, bûye.
Dema çalakîyê de,balyoz Narêk Mkrçyan û rêveberê giştî yê mûzêya Încîlê, Karlos Kampo belgeyeke têkildar îmze kirine, ku li gorî wê Încîla ku ji alîyê serokwezîrê Komara Ermenîstanê ve ji mûzêyê re hatîye pêşkêşkirin,wê li mûzeyê de cîhekî taybet bigire û sala 2026 a da bê nîşandayîn.
Serpereştê Dêra Rojavayê ya Dêra Pîroz ya ermenî ya Apostolîke li Amêrîkayê, yêpîskopos Hovnan Têrtêryan û serokê encûmena dêrê, Dêrîk Xûkasyan jî beşdarî merasîma radestkirina Încîlê bûne. Mêvanên ku ji qada akadêmîk, nûnerên rêxistinên cûre-cûre yên xirîstîyan, nav de Pol Myûrêy, rêveberê giştî û serokê yekîtîya cihû-xirîstîyan ya «Save Armenia» ê jî ji bo çalakîyê hatine vexwendin.







