Înflasîya “Rîya Rûsîyayêye hesin” Ermenîstanê dixe rewşeke dijwar

Mijara rakirina dorpêça Başûrê Kafkasîyayê û xebata çalak, bi taybetî ji bo pêkanîna bernameya TRIPP, hêdî-hêdî bala raya giştî dikişîne ser rewşa tora rîya hesin û pirsgirêkên opêrasîyona gengaz ya berfireh. Di demekê de ku Ermenîstan ji bo amadekirina axa xwe ji bo rakirina dorpêçê lez dike, pirsgirêkên mezin yên darayî yên rêveberê tawîzê yê tora rîya hesin ya heyî hatine zanîn.
Bi kurtasî, hevaltîya “Rîya Rûsîyayêye hesin” li ber înflasîyayê ye û ji sala 2008 a vir ve,rîya Ermenîstanêye hesin ji hêla hevaltîke girêdayî wê hevaltîytê ve bo rêveberîya konsêsîonê hatîye veguhastin.
Ji bo Ermenîstanê, agahîyên li ser zehmetîyên darayî yên hevaltîya “Rîya Rûsîyayêye hesin” balkêş in ji ber ku ev hevaltî ku rêveberîya îmtîyazê ya rîya Ermenîstanêye hesin bi rêya hevaltîya xwe ya girêdayî rîya Başûrê Kafkasîyayêye hesin, heta sala 2038 a hildaye ser xwe. Heger em rewşê bi awayekî grafîkî vebêjin, lokomotîva rîya Rûsîyayêye hesin bi lez û bez ber bi înflasîyayê ve dibe.
Pirsgirêkên darayî yên yek ji mezintirîn hevaltîyên rîya hesin yên cîhanê ji nişkê ve derketin holê. Rûsyayê tercîh kirîye ku li ser zehmetîyên hevaltîya xwe ya dewletê bêdeng bimîne. Lê niha ev rastîyeke dîyarkirî ye: rîya Rûsîyayêye hesin deynên 4 trîlyon rûbl zêdetir, an ku 50 mîlyard dolar hene, karmendan kêm dike, asîmanek li navenda Moskvayê dixe firotanê û ji dewletê bi qasî 2 mîlyard dolarî alîkarîya bi lez dixwaze. Welat, ku di rewşeke şer de ye, li rîya digere da ku hevaltîya ku ew birêve dibe rizgar bike. Lê belê, analîstên rûsî wan bêbandor û bêkêr dibînin.
Parlamêntvanê berê yê Dûmaya Dewletê Nîkolay Bondarênko agahîyên ku du meh berê hatine piştrastkirin belav dike:
“Pereyên hevaltîyê ji bo rîya hesin, vagon û lokomotîvan tune ne, lêçûna tamîrên mezin kêm kirîye”.
Ev di demekê de ye ku Yêrêvana fermî mijara tamîrkirin û sererastkirina hin beşên rîya hesin yên li Ermenîstanê wek gihîştî dibîne û daxwazek ji Moskvayê dike.Nêzîkî 20 roj berê, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan raste-rast ji serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re li Sankt Pêtêrbûrgê gotibû ku pêşketinên li herêmê diqewimin vê yekê ferz dikin.
Nayê zanîn ka serokê Rûsyayê samîmî bû û pirsgirêkên hevaltîya rûsî qebûl kir. Lê belê, serokwezîrê Ermenîstanê pêşnîyareke din daye wî:
“Em hêvî dikin ku hevkarên me yên rûsî van karan di zûtirîn dem de pêk bînin, heke ji nişkê ve di vî warî de astengî hebin, her pirsgirêkeke din derkeve holê, min amadebûna xwe jî anîye ziman ku dibe ku hukumeta Ermenîstanê ji tawîzê vekişe”.
Ji bilî vêrsîyona şer ya sedemên pirsgirêkên darayî yên rîya Rûsîyayêye hesin, faktora gendelîyê jî bi awayekî çalak tê belavkirin. Bi kêmanî, parlamêntvanê berê yê Dûmaya Dewletê Nîkolay Bondarênko qala rastîyeke bi eşkereyî îzbatkirî dike.
Kesayetekî rûsî îdîa dike ku dizîya di hevaltîyê de digihêje mîlyardan rûblyan. Şêwirmendekî berê yê serokê hevaltîyê li xwe mikur hatîye ku mîlyarek rûbl dizîye.
Analîstên aborî yên rûsî li ser pêşeroja “Rîya Rûsîyayêye hesin” ne geşbîn in. Mînak, Yûrî Marçênko heta gotinên wezîrê Rûsîyayêye aborîyê jî tîne ziman û îdîa dike ku deyn hevaltîyê dixeniqînin.
Hukumeta Rûsyayê li ser vê mijara taybetî civînan li dar dixe û çareserîyan pêşnîyar dike.Lê analîstê aborî Maksîm Blant bawerîya xwe bi bandora wan nayne, pêşnîyaran xal bi xal analîz dike û sedema xirabbûna hemû çareserîyan nîşan dide.
Zanîngeha analîtîk ya Ermenîstanê piştrast e ku dema serokwezîr pêşnîyareke guncaw raberî serokê Rûsyayê kirîye, hukumeta Ermenîstanê ji rewşa rîya Rûsîyayêye hesin baş haydar bûye.
Serokê ofîsa serokwezîrê Ermenîstanê Arayîk Harûtyûnyan, îdîa dike ku Yêrêvan di vê mijarê de bi Moskvayê re dilsoze û ji gotinên wî dîyar e ku ev axaftina di navbera Ermenîstan û Rûsyayê de 20 roj berê li Sankt Pêtêrbûrgê dest pê nekirîye.
“Ermenîstan li ser vê mijarê çûye Rûsyayê, yan jî hevkarên Rûsyayê hatine Ermenîstanê û me ji wan re got ku li vir berjewendîyên me yên girîng hene. Ji bo ku rakirina dorpêça Ermenîstanê bi sazî bê kirin, pêdivî ye ku binesazîyê zû bê sererast kirin. Em ji we dixwazin ku gavên bilez bavêjin da ku van perçeyan sererast bikin. Em pirsgirêkan derdixin holê û divê em wan di çarçoveya van têkilîyan de çareser bikin”.
Di vê rewşê de, yek ji vebijarkên çareserkirina vê pirsgirêkê ew e ku peymana rêveberîya bawerîyê bê nirxandin yan jî bê betalkirin. Belge destnîşan dikin ku peyman dikare di her kêlîyê de berî bidawîbûna peymanê bi îmzekirina peymaneke guncaw bê betalkirin.
“Radîolûrî” ji hevaltîya “Rîya hesin ya Başûrê Kafkasîyayê” jî agahdar kirîye ku rîya Ermenîstanêye hesin radestî rêveberîya îmtîyazê ya Rûsyayê hatîye kirin, lê aîdî Komara Ermenîstanê ye, ji ber vê yekê li ser daxwaza Komara Ermenîstanê, rêveberîya hin beşên milkê rîya hesin dibe ku vegere rêveberîya Ermenîstanê.
Hêjayî gotinê ye ku çapemenîya Ermenîstanê ji sala 2015 a, di salên cuda de, li ser îstîsmarkirina hevaltîya rîya hesinên Başûrê Kafkasîyayê nivîsîye. Hem dozên dizîna pereyan û hem jî karê bêbandor hatine eşkerekirin.







