H’emû nûçeSereke

Kîjan berhem wê ji Ermenîstanê bo Adirbêcanê bên hinardekirin? Papoyan lîsteya ku di bin nîqaşê de ye  raber dike

Yêrêvan û Bekû li ser îhtîmala hinardekirina, madeya xav ya pelê alyûmînê fêromolîbdên, heywanên malê, madeyên xav yên brênd, cixare û berhemên têkstîlê ji Ermenîstanê bo Adirbêcanê danûstandinan dikin. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî aborîyê Gêvorg Papoyan hevpeyvîna bi Factor.am ê re gotîye.

“Her wiha hevaltîyên adirbêcanî hene ku eleqeya xwe ji bo îtxalkirina berhemên taybetî nîşan dane.Alîyê Adirbêcanê lîsteyek ji berhemên taybetî  raber kirîye ku ew pê eleqedar in, me mîqdara ku em dikarin îtxal bikin şandîye.Lîsteya me de gul, berhemên serayê tomat, bîber jî hene. Me bihayek texmînî  raber kirîye”.

Wezîrê aborîyê wedê hinardekirina yekem dîyar nekirîye. Li gorî wî, ev yek wê demê pêk bê ku hevaltîyên ermenî û adirbêcanî hevra qayîlbin.

Bîr bînin ku koma duyemîn ya berhemên pêtrolê yên ji Adirbêcanê hatine kirîn di rê de ye.

Wezîr  Facebookê de ragîhandîye ku 7 600 tonn berhemên pêtrolê yên adirbêcanî ji Adirbêcanê bo Ermenîstanê tên hawirdekirin, ku ji wana 6 100 tonn bênzîn û 1500 tonn jî sotemenîya dîzêlê ye. Berîya vê yekê, 1200 tonn bênzîna ​​bi kalîta bilind hatîye hawirdekirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button