
Parlamêntvana ji fraksîya “Peymana sîvîl” ya Ermenîstanê Tagûhî Xazaryanê hevpeyvîna bi Factor TV re behsa banga propagandîstê rûs Vladîmîr Solovyov ya ji bo destpêkirina “opêrasîyona leşkerî ya taybet” li dijî Ermenîstanê kirîye û ev yek ne wek helwesteke fermî, lê wek bertekek li hember tevgera Ermenîstanê ya li derveyî berjewendîyên Rûsyayê nirxandîye.Xazaryanê şirovekirina daxuyanîya Solovyov de bi bîr xistîye ku Solovyov xwedîyê xelata rûmetê ya Komara Ermenîstanê ye.
Ewî ew mêdal ji bo helwesta xwe ya dilovan û rêzdar ya li hember gelê Ermenîstanê, li hember gelê ermenî wergirtîye. Ez dixwazim balê bikişînim ser vê rastîyê ku ew helwesta dilovan û rêzdar heya ku gelê ermenî xizmeta berjewendîyên welatê Solovyov dikir hebû”,- parlamêntvanê destnîşan kirîye.
Xazaryanê bi daxuyanîya Solovyov ya par ya li dijî Adirbêcanê re paralel kişand û tê de qalibek dîtîye. “Dema ku Ermenîstanê û Adirbêcan hewl didan ku pirsgirêkên di navbera xwe de çareser bikin, ew ji bo welatê Solovyov kêmtir birêve dibin, ku ev dikare wan hêrs bike”,- ewê tekez kirîye û nêrîna xwe anîye ziman ku daxuyanîya Solovyov ne helwesta fermî ya Moskvayê ye.
Dema ku ji Xazaryanê hatîye pirsîn gelo mêdala Solovyov dikare bê standin,ewê bersiv daye biryara berbiçev tune jî, bê guman wê nîqaşek hebe. Li gorî Tagûhî Xazaryanê, pirsgirêk û nakokîyên giştî yên di têkilîyên Ermenîstan-Rûsyayê de ne nîşana qelsîyê ne, lê nîşana qalîteyeke nû ya têkilîyan e.
“Ez difikirim ku ev pêvajoyek ji kolonyalîzmê ye. Rastîya ku di têkilîyên me de pirsgirêk hene nîşana vê yekê ye. Di navbera kolonî û kolonîzar de pirsgirêk tune ne. Tiştê ku neasayî bû ew bû ku di navbera me de pirsgirêk tune bûn”,-ewê zelal kirîye. Xazaryanê destnîşan kirîye ku bi salan Ermenîstan beşek ji împêratorîyên cûre-cûre bû, di nav de împêratorîya Rûsyayê jî û derketina ji vê serdema girêdayîbûnê pêvajoyeke tevlihev û hêdî ye.
“Belê, em pir girêdayî bûn û di hin mijaran de heta niha jî em pir girêdayî Rûsyayê ne. Di wê mijarê de, Ermenîstan ji bo derbazkirina vê girêdayîbûnê di rêyeke pir dijwar û hêdî re derbaz dibe, ji ber ku hûn formûla me ya derbarê serwêrîyê de dizanin, ew serwêrî li şûna girêdayîbûna bi çend kesan, girêdayîbûna bi gelek kesan e”.







