SerekeSîyasî

Dewletên Yekbûyî bi bawerî, hevkarî û armancên hevpar li kêleka gelê ermenî ye: Wayt  Kêyn

9 ê  kanûna paşin sefaretxaneya Ermenîstanêye li Dewletên Yekbûyî bi boneya cejina pîroz ya Noêlê û salvegera 250 emîn ya Dewletên Yekbûyî li Katêdrala neteweyî ya li Waşîngtonê, qebûlkirina bi heybet li dar xistîye. Derheqa wê yekêda sefaretxaneya Ermenîstanêye li Dewletên Yekbûyî  ragîhandîye.

Çalakîyê de balyozê Ermenîstanêyî li Dewletên Yekbûyî Narêk Mkrtçyan, seroka karmendên kar û barên bawerîyê ya qesira Sipî û keşîşa ruhanî ya serok Donald Tramp Pola Wayt Kêyn, rêberên dêra Rojavayê û Rojhilatê ya dêra Apostolîk ya ermenî li Dewletên Yekbûy, yêpîskopos Hovnan Têrtêryan û yêpîskopos Mêsrop Parsamyan û her wiha keşîş Krîs Halvêrson, pêşengê tevgera teştêya Dua ya neteweyî li Dewletên Yekbûyî axaftin hatine kirin.

Di dema çalakîyê de, balyoz Narêk Mkrçyan peyama serokwezîr Nîkol Paşînyan ji bo beşdaran xwendîye.

Rayedarên payebilind yên hukumeta Dewletên Yekbûyî, nûnerên rêxistinên olî yên cûre-cûre, balyoz, konsûlên rûmetê yên Komara Ermenîstanê û nûnerên civaka ermenî li Dewletên Yekbûyî beşdarî çalakîyê bûne.

Axaftina xwe de, balyoz pîrozbahî li ser Noêl kirîye, rola nirxên Xiristîyan di têkilîyên Ermenîstan-Amêrîkayê de destnîşan kirîye, girîngîya serokatîya Amêrîkayê di warê azadîya olî de destnîşan kirîye, ji Katêdrala neteweyî ya Waşîngtonê re ji bo mêvandarîya wî spas kirîye û di salvegera 250 a ya Amêrîkayê de serkeftinên nû xwestîye.

Pola Wayt Kêynê axaftina xwe de spasîya balyoz kirîye ji bo organîzasîyakirina rêsêpsîyona Noêlê, bal kişandîye ser dilsozîya serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ji bo gelê ermenî û tekez kirîye ku Ermenîstan, wek welatê yekem yê Xirîstîyan yê cîhanê, di seranserê dîrokê de li hember gelek cêribandinan serketîye, mîrata xwe ya manewî parastîye û ji bo cîhanê bûye şedetîya bawerîyê.

Wayt Kêynê tekez kirîye ku Dewletên Yekbûyî di bawerî, hevkarî û armancên hevpar de li kêleka gelê ermenî ye.

Pastor Krîs Halvêrson, axaftina xwe de, bi taybetî girîngîya destpêşxerîya serokwezîrê Ermenîstanê ya ji bo organîzasîyakirina teştêya Dua li Ermenîstanê tekez kirîye û destnîşan kirîye ku ev yek pabendbûna Ermenîstanê bi nirxên bawerî, yekîtî û serokatîyê nîşan dide.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button