H’emû nûçeSereke

Di rojeva rashatina Mîrzoyan-Rûbîo de qebûlkirina daxuyanîya hevbeş li ser çarçoveya bicîhanîna TRIPP ê heye

Di hevdîtina wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan û wezîrê Amêrîkayêyî karên der Marko Rûbîoda, tê plankirin ku daxuyanîya hevbeş li ser çarçoveya pêkanîna projeya “Rêya Tramp” bê qebûlkirin.

Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda wezîreta Ermenîstanêye karên ragîhandîye.

Wezîreta karên der daxuyanîyêda gotîye: “13-14 ê kanûna paşin, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan wê bi serdana xebatê li Dewletên Yekbûyî be. Bernameya serdanêda hevdîtin bi wezîrê Amêrîkayêyî karên der Marko Rûbîo re jî dihewîne. Daxuyanîyeke hevbeş li ser çarçoveya pêkanîna TRIPP ê tê plankirin”.

Wezîreta Amêrîkayêye karên der ragîhanîye ku  îro wezîrê  Amêrîkayêyî karên der Marko Rûbîo wê  rastî wezîrê  Ermenîstanêyî karên der Ararat Mirzoyan  bê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button