H’emû nûçeSereke

Wezîreta Ermenîstanêye karên der nameya nerazîbûnê li ser daxuyanîyên Solovyov radestî balyozê Rûsyayê kirîye

Balyozê Rûsyayêyî li Ermenîstanê Sêrgêy Kopîrkîn gazî li wezîreta Ermenîstanêye karên der kirine û nameya nerazîbûnê radestî wî  kirine ku tê de nerazîbûna kûr li hembîrî daxuyanîyên Vladîmîr Solovyov hatîye nîşandan.

Hevpeyvîna bi “Armenpress” ê re  derheqa wê yekêda berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der Anî Badalyanê ragîhandîye.

“Balyozê Rûsyayêyî li Ermenistanê  gazî wezîreta karên der kirine û nameya nerazîbûnê radestî wî kirine, ku tê de nerazîbûna kûr li hember daxuyanîyên ku di bernameya medyaya dewletê de hatine kirin, hatîye nîşandan.Hatîye tekez kirin ku ew destwerdan nayê qebûlkirin ya serwêrîya Komara Ermenîstanê ye û nîşaneyeke dijminatîyê ye û bi awayeke giran prînsîpên bingehîn yên têkilîyên dostane yên di navbera Ermenîstanê û Rûsyayê de binpê dike”,- berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der gotîye.

Pêşkêşvan û rojnamevanê rûsî Vladîmîr Solovyov dîyar kirîye ku “windakirina Ermenîstanê ne di berjewendîyên Rûsyayê de ye û divê Rûsya ne tenê li Ûkraînayê, lê di heman demê de li deverên di bin bandora Rûsyayê de jî opêrasîyona leşkerî ya taybet bike, bêyî ku qanûnên navneteweyî binpê bike”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button