H’emû nûçeSereke

Di ​​herikîna mirovên ji Îranê tên li xala kontrolê ya Ermenîstan-Îranê de zêdebûneke berbiçev tune ye:şaredarê civaka Mêxiriîyê

Şaredarê civaka Mêxirîyê Xaçîk Andrêasyan ji “Radiolur” ê re gotîye, li hember bûyerên dawî yên li Îranê, li xala kontrolê ya Ermenîstan-Îranê rewşeke awarte tune ye, aram e.

Ew rejîmêke xebatê ya normal e, zêdebûn yan kombûna mirovên ji Îranê nayê dîtin. “Navenda kontrolê ya sînor, xizmeta gumrikê û avahîyên civakî di rêjîma xwe ya normal de xebata xwe didomînin”.

Ji bo ji nû ve organîzasîyakirina kar di rewşên awarte yên muhtemel de tu gavên taybetî nehatine avîtin: şaredar gotîye ku ne ji rêveberîya herêmî û ne jî ji avahîyên din talîmateke wisa nehatîye dayîn.

Di heman demê de, Xaçîk Andrêasyan tekez kirîye ku heger pêwîst be, otêlên Mêxrîyê dikarin yên ji Îranê bên qebûl bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button