H’emû nûçeSereke

Di rêzbendîya “Karsazîyê” ya banka cîhanî de, rêza Ermenîstanê çi bû?

Heta demek berê, rêzbendên Doing Business yên banka cîhanî, an ku “hêsanîya kirina karsazîyê”, ji bo veberhêneran wek pîvaneke gerdûnî xizmet dikir. Lê belê, di îlona sala 2021 ê de, proje ji ber nelihevhatinên di daneyan de hatîye rawestandin. Hatîye eşkerekirin ku qalên hin welatan di bin zexta hukumetan de hatine xirabkirin. Nav û dengê rêzbendan zirar dîtibû, û pisporan jî sînorkirinên wê yên mêtodolojîk destnîşan kirine.

Li hember vê yekê, banka cîhanî amûreke nû bi navê Business Ready (B-READY) pêşxistîye, ku cîhê rêzbendîya Doing Business digire. Ev “rêjeya amadebûna karsazîyê” ji bo peydakirina nirxandineke obyêktîftir û hevsengtir ya jîngeha karsazîyê ya welatekî hatîye sêwirandin.

Forbes.kz ê ragîhandîye ku Gurcistan di nav pêşengên cîhanê de dimîne, bi 75.1 qalan di anketê de û di nav 101 welatan de di rêza 4emîn de ye.

Ermenîstan bi 66.7 qalan û Adirbêcan bi 66 qalan bi rêzê di rêzên 37 û 38 a de cîh girtine. Qirqizistan (60.9 û 54 emîn), Tacîkistan (54.9 û 67emîn) û Tirkmênistan (46.3 û 89emîn) di rêzên pir kêmtir de cîh girtine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button