Ermenîstan nikare ji ber baca gumrikê ya 25 selefê bazirganîya bi Îranê re red bike:aborîzan

Ji ber baca 25 selefê ku ji alîyê Amêrîkayê ve hatîye sepandin, em nikarin bazirganîya bi Îranê re red bikin. Derheqa wê yekêda aborîzan Sûrên Parsyan hevpeyvîna bi Factor.am ê re gotîye. Li gorî wî, em bi giranî otomobîl û alavên cûre-cûre ji Amêrîkayê îtxal dikin û baca 25 selefê wê ji bo hinardekirina Ermenîstanê bo Amêrîkayê, ku nagihîje mîqdarên mezin, derbazdar be. Piranîya kelûpelên ku tên hinardekirin, bi nirxa 50 heta 60 mîlyon dolarî, elmas in.
Aborîzan gotîye: “Heger em baca gumrikê ya 25 selefê li ser van elmasan ferz bikin jî, Ermenîstan wê zirarên mezin nebîne, ji ber ku di rewşa Îranê de, ne tenê dahata me ya bazirganîyê mezintir e, lê di heman demê de ew rêgezek altêrnatîv ya girîng ji bo tranzîtê ye jî. Ez difikirim ku em dikarin ji bo hinardekirina elmasan bazareke din bibînin, ne wek ku em ê zirarên mezin bibînin”.
Bîr bînin ku serokê Amêrîkayê Donald Tramp li ser malpera truthsocial ê welatên ku bi Îranê re bazirganîyê dikin bi baca 25 selefê tehdît kirîye.







