Hevaltîya amêrîkî wê ji bo heyameke destpêkê ya 49 salan berpirsîyarê pêşxistina TRIPP be, Dewletên Yekbûyî wê xwedîyê 74 selefî, Ermenîstan jî 26 selefî be

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan dema ku şertên peymanê raber kirîye, ragîhandîye ku hevaltîya amerîkî wê ji bo heyameke destpêkê ya 49 salan berpirsîyarê pêşxistina TRIPP ê be.
“Ermenîstan wê ji 74 selefê parên hevaltîya pêşvebirinê ya TRIPP ê raberî Dewletên Yekbûym bike û ji 26 selefê parên wê ji xwe re bihêle. Tê payîn ku ev hevkarî ji bo 50 salên din jî bê dirêjkirin, ango heger yek ji alîyan nerazîbûnekê nîşan nede, ji ber ku di hemû peymanan de xalek wisa heye û heger alî ji hevkarîyê razî bin, bixwazin berdewam bikin, ew berdewam dikin, heger nebe û yek ji alîyan nerazîbûn nîşan bide, ew berdewam nake”,-ewî gotîye.
Tê payîn ku piştî 49 sala ev hevkarî ji bo 50 salên din jî bê dirêjkirin. “Û di vê serdema duyemîn de, ji 50 î sala heta 99 sala, para Ermenîstanê wê ji 26 selefî zêde bibe û bigihêje 49 selefî”.







