Hevdîtina Mîrzoyan-Rûbîo: pêşxistina hevkarîya stratêjîk ya Ermenîstan-Amêrîkayê hatîye niqaşkirin

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan rastî wezîrê Amêrîkaêyî karên der Marko Rûbîo hatîye. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye karên der vê hatîye ragîhandin.
“Ararat Mîrzoyan û Marko Rûbîo bi kêfxweşî dînamîkên çalek yên pêşxistina hevkarîya stratêjîk ya Ermenîstan-Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û pêkanîna peymanan, destpêşxerîyên hevbeş û pêrspêktîvên pêşerojê destnîşan kirine”.
Wezîrê Ermenîstanêyî karên der û wezîrê Amêrîkayêyî karên der li ser pêkanîna peymanên ku di civîna aşîtîyê ya Waşîngtonêye 8 ê tebaxa sala 2025 a de hatine bidestxistin, axivîne. Her du alîyan girîngîya sazûmankirina bêtir ya aşîtîyê tekez kirin û gavên di wê alî de niqaş kirine.
Wezîr Mîrzoyan di pirtûka mêvanên rûmetêda nivîsar hiştîye.
Wezîrê Ermenîstanêyî karên der û wezîrê Karên Dewletêyn Amêrîkayêye karên der daxuyanîya hevbeş ya li ser çarçoveya bicîhanîna Ermenîstan-Dewletên Yekbûyî ya bernameya Tramp (TRIPP) pesend kirine, ku li gorî peymanê wê seheta 5:00 êvarê bi dema Waşîngtonê bê weşandin.
Wezareta karên der dide zanîn ku di 14 ê çile de, seheta 10:00 bi dema Yêrêvanê, wezîr Mîrzoyan wê civîna çapemeniyê li dar bixe. Wezîr wê xalên sereke yên di daxuyanîya hevbeş de hatine tomar kirin binirxîne û bersiva pirsên rojnamevanan bide.







