H’emû nûçeSereke

Konor  MakGrêgor pesinê projeya ermenîyan ya ji bo heykelê Mesîh daye û planeke wisa ji bo Îrlandîyayê jî ragîhandîye

Çêmpîyonê berê yê du beşên UFC ê Konor MakGrêgor li ser Instagramê plana mezin parve kirîye:ew dixwaze heykelê herî mezin yê Îsa Mesîh li Îrlandîyayê dayne. Posta xwe de, werzîşvan heyranîya xwe ji bo projeya wisa ya ku li Ermenîstanê tê bicîhanîn anîye ziman.

MakGrêgor li ser Instagramê nivîsîye: “Xewineke min heye ku ez mezintirîn heykelê Îsa Mesîh li Îrlandîyayê ava bikim.Heykelê mezin ji bo bawerîya miletê me. Niha Ermenîstan mezintirîn heykelê cîhanê ava dike û ecêb xuya dike. Bravo, Ermenîstan. pêşda, Îrlandîya”.

Gilî derheqa heykeldane ku li ser çyayê Hatîsê bê danîn: bilindahîya heykelê Îsa Mesîh wê 33 mêtr be, ku ew ê bibe ya here bilind ya cîhanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button