H’emû nûçeSereke

Amêrîkayê vîza ji bo welatîyên 75 welatan qerimandîye,  nava wan de ji bo welatîyên Rûsyayê û Îranê  

Wezîreta Dewletên Amêrîkayêye karên der hemû pêvajoya vîzayê ji bo 75 welatan radiwestîne.Mêmorandûmek ji wezîretê, ku ji hêla Fox News ve hatîye dîtin, ferman dide karmendên konsûlxaneyê ku li gorî qanûnên heyî vîza red bikin dema ku wezîret prosêdûrên lêkolînê dinirxîne.Welatên di nav wan de nin Somalî, Rûsya, Afganistan, Brazîlya, Îran, Îraq, Misir, Nîgêrîa, Tayland, Yêmen.

Rawestandin wê ji 21 ê çile de dest pê bibe û heta ku wezîret pêvajoya vîzayê binirxîne, wê bêdawî berdewam bibe.

Tê destnîşankirin ku mijdara 2025 a de, wezîreta karên der têlêgram ji ofîsên konsûlxaneyên li çaralîyê cîhanê re şandibû û ji wan re talîmat dabû ku li gorî qaîdeyên nû û berfireh yên lêkolînê yên di bin xala “barê giştî” ya qanûna koçberîyê de tevbigerin.

Rênîşandar fermanê didin efserên konsûlxaneyê ku vîzayê ji serlêderên ku bi alîkarîyên hukumetê ve girêdayî têne hesibandin, red bikin, bi berçevgirtina hejmara faktoran, di nav de rewşa tenduristîyê, temen, jêhatîbûna îngilîzî, rewşa darayî û lênêrîna bijîşkî ya demdirêj.

Berdevkê wezîretê Tomî Pîgot gotîye:”Wezîreta karên der wê desthilata xwe ya demdirêj bikar bîne da ku koçberên potênsîyal yên ne mafdar bibîne ku wê bibin barekî giştî li ser Dewletên Yekbûyî û ji comerdîya gelê amêrîkî sûd werbigirin”.

Ewî destnîşan kirîye ku koçberîya ji van 75 welatan wê bê rawestandin heta ku wezîreta  karên der  pêvajoyên koçberîyê ji nû ve binirxîne da ku rê li ber hatina welatîyên bîyanî yên ku dibe ku ji feydayên civakî û alîkarîya hukumetê sûd werbigirin bigire.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button