SerekeSîyasî

“Rêya Tramp” garantîyake ewlehîyê ya mezin e ji wê yekê ku balyozê amêrîkî  here ser sînor û bêjê,  gule nekin: Haykaz Fanyan

Aborîzan û serokê navenda analîtîk ya “Aksês” ê, Haykaz Fanyan, li stûdîya  Factor TV ê de hûrgilîyên derbarê daxuyanîya ku Ermenîstanê û Dewletên Yekbûyî qebûl kirine û bernameya binesazîyê ya ku di çarçoveya wê de bê afirandin,  raber kirîye.

Aborîzan behsa 76 selefê  para TRIP ê û 24 selefê para Ermenîstanê di projeyê de kirîye û destnîşan kirîye ku ev peyman sûdmend e, ji ber ku Ermenîstan li ser erd û serwêrîyê veberhênanê dike û alîyê amêrîkî jî sermaye û têknolojîyan veberhênanê dike.

Tirsên ku bi pêkanîna projeyê re, Ermenîstan dibe ku kontrola li ser axa xwe winda bike ji holê rakirîye û tekez kirîye ku wê cudabûneke zelal hebe: rêveberîya bazirganî wê ji hêla opêrator ve bê kirin û fûnksîyonên dewletê wê ji hêla sazîyên têkildar yên Komara Ermenîstanê ve bên kirin.

“Hemû ew tirs,  ji bo min, bi tevahî ji holê radibin. Bi zelalî tê gotin ku divê ofîsa pêş, ofîsa paşin, heta xizmetên ewlehîyê ji alîyê Ermenistanê ve bên lîsanskirin. Bi gotineke din, em behsa rêxistinên ku bi tevahî di çarçoveya qanûnên Ermenîstanê de dixebitin dikin”.

Aborîzan zelal kirîye ku bacên gumrikê û xercên tranzîtê wê bi tevahî bikevin byûcêya dewleta Ermenîstanê û tenê xercên karanîna binesazîyê wê bi rêjeya 76/24 bên belavkirin.

Li gorî Fanyan, proje ne tenê aborî, lê di heman demê de girîngîya jêopolîtîk ya cidî jî heye, ku armanc dike ku girêdana Asyaya Navîn û Çînistanê bi Avropayê re mîsoger bike, bêyî ku Rûsya û Îranê derbaz bike.

Pispor veguhestina barhilgir yan bazirganîya Adirbêcanê red nekir û destnîşan kir ku girêdana aborî dikare bibe sedema aşîtîyê.

“Dema ku berjewendîyên aborî bên holê û serokê Amêrîkayê, ji ber ku ew bi xwe karsaz e, bi zelalî dibîne ku tranzîta çevkanîyên ênêrjîyê yên Adirbêcanê derfetek pir baş e ji bo qezanckirina pereyan, ez piştrast im ku berjewendîyên sîyasî wê ji hêla van berjewendîyên aborî ve bên rêvebirin. Dema ku têkilîyên aborî hebûn, berjewendî hebûn, şer tunebûn. Dîroka cîhanê hewl dide ku vê yekê nîşan bide, ezmûna serdema me vê yekê nîşan dide”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button