SerekeSîyasî

Ermenî yekem kes bûn ku nêzîkbûna bi Rûsyayê re wek windakirina demê dihesibandin: Politico

Politico dinivîse ku serokê Amêrîkayê Donald Tramp bi tevgera xwe ya bilez ya ji bo hilweşandina dîktatorê Vênêsûêlayê Nîkolas Maduro, nîşan da ku cîhana “pirqutbî” ya hevpeymanîyên dijî Rojava ji Karakasê heta Tehranê, ku ji hêla serok Vladimîr Putîn ve hatîye ragîhandin, di bingeh de bêhêz e.

“Cîhan ne tenê dibîne ku Putîn di rewşên krîtîk de ne hevalbendeke pêbawer e, wekî ku me berê li Qerabaxê, Sûryayê û Îranê dîtiye, lê belê heqareteke zêde ya birîndarîyê jî heye ku Tramp di pêkanîna destwerdanên awarte yên hêzên super de ku Krêmlê dixwaze pêk bîne, bibandortir û wêrektir xuya dike”.

Piştî ku şerê li Ûkraînayê  sala 2022 a de dest pê kir, Moskvayê bang li hevalbendên xwe kir ku li dora wê bibin yek.Wana bi piranî guh da vê bangê. Îranê dron firot Rûsyayê. Çînistanê û Hindistanê pêtrola wê kirîn. Rêberên welatên Amêrîkaya Latînî û Afrîkayê, ku ji hêla aborî û leşkerî ve kêmtir hebûn ku  raber bikin, piştgiriyeke sembolîk  raber kirin, ku îdiaya Moskvayê xurt kir ku ew ne derçûyeke navneteweyî ye û gelek dostên wê hene.

Vê navberê de, bûyerên dawî nîşan dan ku ev dostanîya yekalî ji bo Moskvayê sûdmend e.

Yên pêşîn ku fêm kirin ku nêzîkbûna bi Rûsyayê re windakirina demê ye, ermenî bûn. Ji ber şerê li Ûkraînayê, Moskvayê tiliyek jî nehejand da ku rê li ber Adirbêcanê bigire ku Qerebaxa êrmenî ya etnîkî di şerê 2023 a de bigire. Aştîparêzên rûsî tenê li aliyekî sekinîn”,- Politico dinivîse.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button