H’emû nûçeSereke
Nûnerên Ermenîstanê û Adirbêcanê rewşa heyî ya binesazîya beşa rîya hesin ya Yêrasx-Sadarakê bi hevbeşî kontrol kirine: wezîreta rêveberîya herêmî û binesazîyê

15 ê çileya sala 2026 a, nûnerên Ermenîstanê û Adirbêcanê rewşa heyî ya binesazîya beşa rîya hesin ya Yêrasx-Sadarakê bi hevbeşî kontrol kirine.Derheqa wê yekêda ji wezîreta rêveberîya herêmî û binesazîyê ragîhandine.
“Armanca vê vekolînê nirxandina guncawbûna têknîkî ya beşa rîya hesin ya navborî ji bo mîsogerkirina tevgera alavên avakirina rîya hesin yên taybet bû da ku tedbîrên tevlîhev yên guncaw ji bo nûjenkirina binesazîyê bên bicîhanîn”.
Daxuyanîyê de hatîye gotin:”Çarçoveya teftîşê de, alîyan li ser mijarên têkildarî nirxandina rewşa têknîkî ya binesazîya rîya hesin li beşa dîyarkirî nerînên xwe parve kirine”.







