H’emû nûçeSereke

Serokkomarê Ermenîstanê balyoza Amêrîkayê bi nîşana Dostanîyê xelat kirîye

Serokkomarê Ermenîstanê Vahagin Xaçatûryan, balyoza Dewletên  Amêrîkayêye Yekbûyîye li Ermenîstanê Krîstîna Qwîn  bi boneya temamkirina mîsyona dîplomatîk qebûl kirîye.

Serokkomarê Ermenîstanê pêşwazîya balyozê kirîye û spasîya balyoz Qwînê ji bo çalakî û hevkarîya wê kirîye û girîngiya xebata ku di sê salên borî de hatîye kirin, tekez kirîye.

Li gorî “Armenpress” ê, Vahagin Xaçatûryan daxuyanîya ku ji hêla rêveberîya serokatîya  Ermenîstanê ve hatîye weşandin, gotîye: “Ez dixwazim spasîya xwe ji bo karê We ya ku We kirîye dîyar bikim. Hûn di demek pir dijwar de ji bo dewleta me bi me re bûne, We zehmetî bi me re parve kirine û di vî warî de, ez spasîya xwe ya dilsoz dîyar dikim. Bê guman, encamên ku hatine bidestxistin jî pir xuya dibin, nemaze  du salên dawî de”.

Serokkomar bi taybetî qonaxa herî dawî ya pêşketina têkilîyên Ermenîstanê-Amêrayê destnîşan kirîye û tekezî li ser avakirina hevkarîya stratêjîk kirîye.

Serokkomar gotîye: “Heta par jî, peymana hevkarîya stratêjîk ya ku 14 ê çileyê de hatîye îmzekirin ji bo gelek kesan ecêb xuya dikir û pêvajo, ya ku mirov dikaribû xeyal bike pir zûtir pêş ketin û me berê belgeya 8 ê tebaxê û niha jî belgeya 13 ê çileyê heye” û lê zêde kirîye ku rêya ku ji bo bidestxistina aşîtîyê li herêmê bi piştgirîya Dewletên  Amêrîkayêye Yekbûyî hatîye hilbijartin ji xwe xuya ye.

Vahagin Xaçatûryan hêvî kir ku aşîtî  wê berdewam be û hebûn û piştgirîya Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî jî wê beşdarî pêşveçûyîna jîyana aborî ya Ermenîstanê bibe.

Balyoz Krîstîna Qwînê jî ji bo pêşwazîya germ û hevkarîyê spasîya xwe anîye ziman û destnîşan kirîye ku bi saya xebata domdar ya serok û hukumetê pêşketinên girîng pêk hatine.

Balyozê gotîye: “Ez bawer dikim ku Ermenîstan vê gavê  xwedî derfeteke pir baş e ku di rêça hemî rêkeftinên ku 8 ê tebaxê de hatine bidestxistin pêşve biçe û mijarên serwêrîya xwe, yekparçeya axa xwe û bi hêvîya me ku pêşerojeke aştîyane li herêmê jî qewîn bike û li ser bingeheke aram deyne”.

Krîstîna Qwînê  axaftina xwe de gotîye ku piştî temamkirina mîsyona xwe ya dîplomatîk, ew ê dosta Ermenîstanê bimîne.

Serokkomar Vahagin Xaçatûryan ji balyoz Krîstîna Qwînê re di karên wê yên pêşerojê de serkeftin xwestîye.

Dawîya hevdîtinê de, serok Xaçatûryan ji bo beşdarîya wê ya girîng di kûrkirina hevkarîya di navbera Komara Ermenîstanê û Dewletên  Amêrîkayêye Yekbûyî de û her weha qewînkirin û pêşxistina têkilîyên dostane yên Ermenîstan-amêrîkî de, bi xelata Dostanîyê  Krîstîna Qwîn rewa kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button