Hindistanê koma yekem ya mûşekên rêberkirî yên Pinaka radestî Ermenîstanê kirîye:HBL

Wezîrê Hindistanêyî parastinê Racnat Sîngh roja yekşemê ragîhandîye ku hinardekirina koma yekem ya mûşekên arastekirî yên Pinaka ji kargeha Solar Defence and Aerospace Limited ê ji bo Ermenîstanê Pinaka hatîye rawestandin, rapora The Hindu Business Line nivîsîye.
Tê destnîşankirin ku Ermenîstanê berê peyman ji bo dabînkirina çar batarêyên Pinaka îmze kiribû, ku tê de hinardekirina mûşekên rêberkirî ji bo pergalên pirlûle û alavên din yên parastinê jî hebûn.
Radestkirina sîstêmên mûşekan tîrmeha sala 2023 a de dest pê kirtibû û mijdara sala 2024 a de biqede.Çavkanîyan elam kirine ku SDAL wê mûşekên rêberkirî piştî ku amade bibin radestî Ermenîstanê bike. Merasîma radestkirinê wezîrê Hindistanêyî parastinê Racnat Sîngh û berpirsên din yên payebilind yên SDAL ê amade bûne.
Her wiha tê ragîhandin ku Sîngh li Nagpûrê kargeheke çêkirina cebilxaneya kalîbera navîn ya herî pêşketî ya Solar Defence and Aerospace Limited ê vekirîye.







