SerekeSîyasî

Kurdên li Sûryayê xwe di tengasîyekê de dîtine, rêza altêrnatîvên wan bi girîngî teng bûye:kurdzan

Li hember rastîyên jêopolîtîk yên nû, hêzên kurda li Sûryayê xwe di rewşek hema bêje bêhêvî de dîtine û ji ber vê yekê neçar in ku şertên hukumeta heyî qebûl bikin û li hev bikin, dest ji meqam û warên xwe yên berê yên bandorê berdin.

Hevpeyvîna li gel “Armenpress” ê, kurdzan Vahram Pêtrosyan nêrînekye wisa anîye ziman, behsa pêşketinên sîyasî yên navxweyî yên ku di rojên dawî de li Sûryayê diqewimin û faktora kurd di wê çarçoveyê de kirîye.

Pêtrosyan destnîşan kirîye ku “Piştî hilweşîna rêjîma Beşar Esed li Sûryayê, ji bo xweserîya kurdan rastîyeke jêopolîtîk ya pir aloz û pir xeternak hatîye efirandin. Heger berê kurd di navbera Şamê, Moskvayê û Waşîngtonê de bi awayekî hevseng tevdigerîyan, wê hingê di sênaryoyên nû de ev hevsengî hildiweşe, ji ber vê yekê, çavdêrîyeke kûr ya pirsgirêkê nîşan dide ku kurdan windahîyeke girîng ya pozîsyonên xwe kişandine”.

Bi raya wî, hilweşîna rêjîma Esed tê wê wateyê ku hevpeymanîyeke sunnî ya ku ji aliîê Tirkyayê ve tê piştgirîkirin li Şamê hatîye ser desthilatdarîyê, di encamê de Tirkya bûye hêza serdest ya mutleq û bûye sponsora sereke ya hukumeta nû ya Sûryayê, ji ber vê yekê, daxwaza yekem ya Enqerê ji hkuumeta nû di destpêkê de bêbandorkirina Kurdistana Sûryayê, Rojava bûye.

“Berê, Rûsyayê û Îranê Tirkyayê ragirtibûn, lê piştî hilweşîna desthilatdarîya Esed, ew astengî bi esasî ji holê rabû. Di encamê de, kurd xwe di rewşek dijwar de dîtin û neçar man ku li du enîyan şer bikin. Ew ji bakûr ve bi yekîneyên artêşa tirk û ji başûr-rojavayê ve bi hêzên hukumeta nû ya Sûryayê re rû bi rû man. Rastîyên dêmografîk û eşîrî yên navxweyî jî bandorek pir girîng kirin. Kurdan li Sûryayê hin deverên ku berê komên eşîrî yên cda tehemûlî kontrola kurdan dikirin, kontrol dikirin û hîn jî kontrol dikin, ji ber ku faktorên derveyî hebûn, lê ew niha ji holê rabûne, û xeterek heye ku paqijkirina êtnîkî li dijî kurdan were kirin”,-ewî bi hûrgilî gotîye.

Pêtrosyan bal kişand ser faktora aborî jî û got ku karsazîya pêtrolê  mijara kurdan de ne wek çavkanîyeke qazancê, lê wek nifir derdikeve holê.

Pisporê kurd destnîşan kirîye ku “Di dema serokatîya Esed de, kurdan nêzîkî heftê selef ji axên dewlemend bi pêtrolê yên welêt kontrol dikirin û kontrola kurdan ji bo rêjîma berê bêtir qebûlkirî bû, ji ber ku ew dizanibûn ku zû yan dereng ew ê bi wan re li hev bikin, lê di rewşa îslamîstên tundrew de ev yek hate derxistin. Ji çavkanîyên girîng yên qazancê bêpar, hukumeta heyî dixwaze rewşê rast bike, sînor û binesazîyê kontrol bike, heta dorpêçeke tevahî bicîh bîne heger kurd qaîdeyên nû yên lîstikê neşopînin. Rastîya bêparbûna ji çavkanîyan jî kurd neçar kirîye ku bi hukumeta heyî ya Sûryayê re li hev bikin”.

Bi raya wî, pêşketinên dawî jî guhertinek di helwesta Amêrîkayê de nîşan didin.Heger berê heyîna Amêrîkayê li herêmê bi têkoşîna li dijî têrorîstên îslamîst û dorpêçkirina Îranê ve girêdayî bû, niha faktora yekem îdî wek rastîyeke sereke nayê hesibandin û Îran ku bi rastîyên navxweyî ve mijûl e, ewqas tevlî pêvajoyên Sûryayê nabe.

“Beşdarîya Îranê, her çend bê guman bi şiklê piştgirîkirin û rêvebirina hêzên wekîl hebe jî, dîsa jî, tundî û leza bandora wî welatî bi girîngî kêm bûye.Heger hukumeta nû ya Sûryayê li dijî Îranê û alîgirê Rojavayê û alîgirê Tirkyayê be, wê hingê Waşîngton wê ji nû ve li ser hinceta piştgirîya kurdan bifikire. Dewletên Yekbûyî  bi îhtîmaleke mezin wê bi rayedarên nû yên Sûryayê re têkilîyan ava bike, ku me gelek caran sîgnalên wê dîtine. Ev yek ji bo kêmkirina bandora Îranê tê kirin, her çend hewce bike ku faktora kurd jî bê fedakirin”.

Li gorî Pêtrosyan, lêkolîneke berfireh ya hemû faktorên jorîn nîşan dide ku rêza altêrnatîvan ji bo kurdan bi girîngî teng bûye.

“Tiştê ku îro gengaz e, dibe ku sibê ne gengaz be, ji ber vê yekê divê kurd kêlîyê bigirin, vebijarka tevgerînê di sênaryoya herî xirab de li ber çavan bigirin. Di her rewşê de, danûstandinên heyî û encamdana gengaz ya peymanan ji hêla stratêjîk ve hinekî rewşî ne. Alî fêm dikin ku rastîyan dikarin di her kêlîyê de biguherin. Her çend hukumeta heyî ya Sûryayê çavkanîyên zêdetir hene jî, ew jî hewce dike ku…

Zêdetir nîşan bide
Back to top button