
Kanala Telegramê ya “Golos Kurdistan” ê ragîhandîye ku kurdên li Tirkîyayê dijîn ji bo derbasbûna Rojavayê Kurdistanê û parastina xwişk û birayên xwe li ser sînorê Rojava dicivin.
“Serokê Partîya Karkerên Kurdistanê Murat Karayilan, li ser rewşa der-dora kurdên Sûryayê gotîye: “Ev yek wê li ser nav û dengê Dewletên Yekbûyî,Padişatîya Yekbûyî, Almanîyayê, Fransîyayê û welatên din yên di hevpeymanîya navneteweyî de xalek reş be.We ji van kesan re gotibû ku hûn hevalbendê wanin. Di wê rewşê de, çima hûn niha di dema êrîşa wisa de hevalbendên xwe bi tenê dihêlin?”







