SerekeSîyasî

“Xetên parastinê yên xweserîya kurdan li Sûryayê hildiweşin”: çima Dewletên Yekbûyî îdî piştgirîyê nade kurdan

Encama pêşketinên meha dawî de, li Sûryayê wêneyek derdikeve holê ku hêzên kurdî, heger wan cûreyek xeta parastinê ya hevpar û xweserîyek li ser hin axan hebûya, di zincîrekê de hildiweşin û van hemûyan winda dikin.  Derheqa wê yekda erebzan Hayk Koçaryan hevpeyvîna  bi News.am ê  daye kifşê.

“Li vir, eşkere ye ku berê piştgirîya sîyasî û leşkerî, bi taybetî ji Dewletên Yekbûyî, tune ye. Bê guman, kurd hewl didin ku bi hemû şîyana xwe li ber xwe bidin, lê ji pêrspektîva mîmarîya ewlehîyê ya nû ya Rojhilata Navîn, xweserîya kurdan yan dewleta kurdî niha, mirov dikare bêje, ji rojevê hatîye derxistin. Kurd niha di rewşek pir dijwar de ne. Ev dişibihe wê rastîyê ku her çend mijara xweserîyê ji rojevê neyê derxistin jî, ew bi kêmanî ji bo demeke dirêj tê paşxistin. Bi gotineke din, şert û merc îdî ji bo wê ne guncaw in”,-ewî gotîye.

Dema ku ji Koçaryan hatîye pirsîn çima kurd ji piştgirîya Amêrîkayê bêpar mane, gelo rêkeftineke Amêrîkayê-Tirkyayê heye û heger hebe, di berdêla çi de, Koçaryan wiha bersiv daye: “Dewletên Yekbûyî hewl dide ku di mijarên pir biçûk de mudaxeleyî kar û barên herêmê neke. Li herêmê lîstikvanên sereke hene ku ji bo bicihkirina xwe destûr tê dayîn, ji alîyê din ve, Dewletên Yekbûyî  ji bo xebatê pêdivî bi binesazîya vê herêmê heye û ev yek di rewşa Sûryake yekgirtî de ji Sûryake ku hin pirsgirêk hene yan jî parçebûyî ye, îhtîmalek mezintir heye”.

Yekîtîya Avropayê her wiha sîyaseta Şamê ya qewîkirina hukumeta navendî ya di hundirê welêt de bi dayîna piştgirîya darayî teşwîq dike. Her kes hewcedarê vê perçeya “korîdora navîn” û van binesazîyan e, ji ber vê yekê heke heta niha şansê serkeftinê ji bo kurdan hebû, niha ji alîyê jêopolîtîk ve, rewşek tune ku berjewendîyên wan bi kêrî wan bê, piştgirîye bike, yan jî xizmetê bike. Îsrayêl dibe ku îstîsna be, ku dikare hin mijaran derxe holê, lê Îsrayêl jî bêdeng e, ji ber ku ya paşîn jî hesabên xwe yên li herêmê hene, û li ser wan mijarên ku bi Dewletên Yekbûyî re li hev nekirine, hewl da ku di vê mijarê de Dewletên Yekbûyî bêtir asteng neke yan jî piştgirîya wê neke.

Pisporê ereb destnîşan kirîye ku “Ev nayê wê wateyê ku ew ê di pêşerojê de faktora kurd bikar neynin. Ji ber ku heke bi navbeynkarîya Amêrîkayê bi Sûryayê re peymanek bê çêkirin, ev ê bi rastî ji bo Îsrayêlê ku bi azadî tevbigere dijwartir bike”.

Ewî her wiha gotîye ku ev guhertina rewşê bandor li ser nearamîyên navxweyî yên kurdan jî kirîye: “Bi rastî, faktorên ku dikarin alîkarîya kurdan bikin niha tune ne, faktora kurd pir qels e. Îro, hêzên kurd bi serokê Sûryayê re dicivin û ew nikarin ji pozîsyona kesê ku ferz dike yan daxwaz dike, wekî berê, biaxivin, ji ber ku rewşa li ser erdê pir guherîye. Bi rastî, du perçe ketine bin kontrola kurdan, ku ji hev hatine qut kirin, û ew hemû ketine bin kontrola Şamê”.

Derbarê wê çavdêrîyê de ku çareserîya pirsgirêka kurd li Sûryayê wê nebe sedema qewînbûna bêtir ya Tirkyayê, çi li Rojhilata Navîn û çi jî dibe ku bi bandora wê li herêma me, Hayk Koçaryan gotîye: “Helwestên Tirkyayê di vê mijarê de qet qels nebûne. Qelskirin û bêbandorkirina faktora kurd li Sûryayê bi xwezayî helwestên Tirkyayê qewîn dike”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button