Vekirina dorpêça tevahî ya herêmê wê derfetên aborî û lojîstîkî yên mezin biêfirîne: sêrvîsa îstîxbarata Komara Ermenîstanêye der

Rakirina dorpêça tevahî ya Başûrê Kafkasîyayê û bi taybetî vekirina gengaz ya rîya Qers-Gyûmirîye hesin, bicîhanîna bernameya TRIPP û her weha destpêşxerîyên gengaz ji bo girêdana dualî bi cînarên Ermenîstanê re, wê derfetên berfireh yên aborî û lojîstîkî biefirîne: cihêrengkirina bazaran, berfirehkirina bazirganîya herêmî.
Derheqa wê yekêda di rapora sêrvîsa îstîxbarata Komara Ermenîstanêye der de li ser xetereyên ewlehîya der ya Ermenîstanê, ku bi mafê taybetmendîyê ji “Armenpress” re hatîye pêşkêş kirin, tê gotin.
“Di sala 2025 a de, pêşbirka di navbera welatên cîhanî û herêmî de li ser projeyên aborî û binesazîyê berdewam kirîye. Ji bo welatên herêmê şert û merc hatin efirandin da ku rageşîyan hinekî sivik bikin û pêrspêktîfên ji bo aramîya herêmî pêk bînin. Dînamîkên pêşbirka cîhanî û herêmî ji bo projeyên bi vî rengî bi îhtîmaleke mezin wê sala 2026 a de jî berdewam bikin”.
Bernameyên binesaziyê û aborî yên herêmî, her çend ne tenê hêza ajotinê ya ji bo sazûmankirina aşîtîyê bin jî, dîsa jî xwedî potênsîyaleke mezin in, ji alîyekî ve, ji bo zêdekirina bihayê alozîya leşkerî li herêmê û ji alîyê din ve, ji bo qewînkirina faktora xwe ya sîyasî û aborî bi rêya beşdarbûna di van bernameyan de raberî dewletên herêmê bikin.Vekirina tevahî ya dorpêça herêma me û bi taybetî, vekirina gengaz ya rîya Qers-Gyûmirîye hesin, pêkanîna bernameya TRIPP û her weha destpêşxerîyên gengaz ji bo girêdana dualî bi cînarên me re wê derfetên aborî û lojîstîkî yên berfireh biafirînin:cihêrengkirina bazaran, berfirehkirina bazirganîya herêmî.
Herwiha, vegerandina têkiliyên ragihandinê bi Tirkîyayê û Adirbêcanê re wê derfetê ji bo tevgera mirovan, kelûpelan û xizmetguzariyan li herêmê bileztir û bi arzanîtir peyda bike, ku ev yek wê pêşbazî û balkêşîya navneteweyî ya herêmê zêde bike.
Di nirxandina me de, îhtîmaleke mezin heye ku dînamîkên erênî yên projeyên aborî û binesaziyê yên li herêma me sala 2026 a de jî berdewam bikin. Di heman demê de, jeopolîtîka binesaziyê nîşan dide ka aktorên dewletê çawa bi karanîna binesazîyê bandora xwe bi efirandina lêverage û girêdayîbûna aborî berfireh dikin. Em bawer dikin ku destpêşxerîyên nû yên aborî, binesazîyê û bazirganîyê yên li herêma me dê sala 2026 a de ji hêla aktorên cûre-cûre yên ku li herêmê berjewendîyên zirardar dişopînin ve bên hedefgirtin, ku ev dikare hem di sînorkirinên fîzîkî û hem jî di opêrasîyonên bandora agahdarîyê de û her weha di xuyangkirina kiryarên din yên zirardar de bê nîşandan”,-raporêda hatîye gotin.







