Bêyî qayîlîya Ermenîstanê frotana aksîyayên kompanîya TRIPP ê nikare biqewime:Mîrzoyan

Bêyî qayîlîya Ermenîstanê frotana aksîyayên kompanîya TRIPP ê nikare biqewime.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan gotîye, dema ku ewî derheqa xemgînîyên bona beşdarbûna kompanîyayên azêrîda xeberdaye.
Mîrzoyan pêşda ji dokûmênta îmzekirî perçek xwendîye: “Kompanîya TRIPP ê ye pêşkeftinê bi aksîya amêrîkî û kontrola Ermenîstanê gerekê bê mîyaserkirinê”.
Ewî daye bawarkirinê: “Bêyî qayîlîya Ermenîstanê nikare bê pêşkêşkirinê yan jî frotanê”.
Bi gotina Mîrzoyan ew yek têza qayîlkirîye.Ewî daye zelalkirinê,wekî bêyî qayîlîyê tu kes nikare beşdarî vê prosêsê bibe.
“Hukumata Ermenîstanê gerekê qayîlîya xwe wî çaxî bide”,-wezîr gotîye.
74 selefên aksîyayên kompanîyayê wê yên Amêrîkayêbin, lê 26 selef jî wê Komara Ermenîstanê xweyke.







