SerekeSîyasî

“Xewinên Tirkiyayê pêk hatin”: çima xweserîya demdirêj ya kurdên li Sûryayê di du rojan de hilweşîya

Rêveberîya xweser ya kurd ya Bakûrê Sûryayê (navê nefermî yê kurdan Rojava ye), ku ji sala 2016 a vir ve heye û ji hêla “Hêzên Sûrya Dêmokratîk” ve tê rêvebirin, ketîye bin zexta rayedarên nû yên îslamî yên li Şamê.

Navbera 16-18 ê sile , HSD ê çeperên xwe li qeraxên rojavayê û qismî rojhilatê Firatê winda kirin.Êvara 18 ê çile, serokê demkî yê Sûryayê, serokê berê yê Heyet Tehrîr El Şam (rêxistin wek têrorîst tê nasîn û li Rûsyayê qedexe ye), Ahmed al Şara, bi fermandarê hêzên HSD ê Mezlûm Ebdî re agirbest ragîhand.

Li gorî peymana ku ji alîyê sêrvîsa çapemenîyê ya al-Şaraa ve hatîye weşandin, kurd hêzên xwe ji alîyê din ve ji Firatê vedikişînin. Ew parêzgehên Reqayê û Dêra Zorê yên ku piranîya niştecîhên wan ereb in, tevî zevîyên wan yên gaz û pêtrolê (ku sala 2011 a de 70 selefê hilberîna Sûryayê pêk dianîn) radest dikin. Li parêzgeha Hesekê ya ku nîvkurmancî ye, avahîyên sîvîl dikevin bin kontrola rayedarên nû.

Li bajarê Eyn êl-Ereb ê li parêzgeha Helebê, li alîyê din yê Firatê (ku wek Kobanîya kurdan tê zanîn û ji alîyê çekdarên Dewleta Îslamî ve hatîye dorpêçkirin, ji alîyê Rûsyayê ve wek rêxistineke têrorîst hatîye nas kirin û  salên 2014-2015 a de hatîye qedexekirin), kurd hêzên xwe kêm dikin. SDF her wiha zindanên Şamê yên ku 10 000 çekdarên DAIŞ ê yên ji alîyê kurdan ve hatine girtin, radestî wan dike. Her wiha tê gotin ku kurd soz didin ku rêber û endamên ne sûrî yên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK, ku li Tirkyayê wekî rêxistineke têrorîst tê nas kirin) ji welêt derxin.

Xizmeta çapemenîyê ya El-Şaraa tenê xwe, al-Şaraa, bi belgeyeke îmzekirî nîşan daye.19 ê çile de, Ebdî dîyar kirîye ku vekişîna HSD ê ji Reqayê û Dêra Zorê “armanca pêşîgirtina li alozî û şerê navxweyî ye, ku wê bibe sedema zêdebûna hejmara qurbanîyan”.

Îqbal Dyûrên, profesorê hevkar li zanîngeha zimannasîyê ya Dewletê ya Moskvayê, bawer dike ku beşek ji Hêzên Sûrya Dêmokratîk dibe ku li dijî peymanê derkeve, lê ev yek wê rê li ber serketina hukumeta Şamê negire. Her çend hîn zû ye ku meriv behsa bidawîhatina şerê li Sûryayê bike jî, yekparçeya welêt bi rewşa elewî, dûrzî û kêmneteweyên din û her weha bi rewşa herêmî ve girêdayî ye.

Lêkolînerê payebilind yê navenda lêkolînên Rojhilata Navîn ya li înstîtûta aborîya cîhanê û têkilîyên navneteweyî ya akadêmîya zanistî ya Rûsyayê Nîkolay Sûxov, hevpeyvîna bi rojnameya “Vêdomostî” ê re destnîşan kirîye ku hilweşandina sûbyêktîv sîyasîya kurdan ji alîyê Şamê ve bi awayekî tevlîhev pêk tê: bi rêya zexta leşkerî, desteserkirina çavkanîyan, ji nû ve rêzkirina komên eşîrî, û bi propagandayê ve tê veşartin.

Sedemên paşvekişandina kurdan

Hilweşîna parastinên SDF (Hêzên Sûrîya Dêmokratîk) sala 2025 a  de bi paşvekişandina ji taxên kurdan yên Helebê piştî çend mehan şer dest pê kirîye. Hêzên wan yên sereke ji wir vekişîyane û hêzên ewlehîyê yên kurd “Asayîş” hiştin. Piştî pevçûyînên nû, 11 ê çile de, Hêzên Sûrîya Dêmokratîk razî bûye ku wan jî vekişîne û di 16 ê çile de, hêzên El-Şaraî ketin nav taxan. Hingê ewî fermanek li ser xweserîya çandî ya kurdan îmze kirîye û zimanê wan wek neteweyî îlan kirîye, destûr daye ku ew li deverên ku piranîya wan kurd in bê hînkirin û hemwelatîbûn ji her kesî re bê dayîn. Li gorî Sûxov, ev ferman ne lihevkirinek e, lê tenê amûrek e ji bo bêbandorkirina rexneyên ji Rojavayê.

Heman demê de, hêzên al-Şara li ser rêya dabînkirinê ya berê ya hêzên kurdî li Helebê, ber bi Çemê Firatê û Reqayê ve êrîşek dane destpêkirin, ku ji sala 2013 a heta sala 2017 a “paytexta Sûryayê ya DAIŞ ê” bûye (al-Şara tenê sala 2014 a de ji komê veqetîya). Sibeha 17 ê çile de, Şamê ragîhandîye ku HSD wê ji qeraxa rojavayê çem vekişe. Ebdî ev yek piştrast kirîye. 17 ê çile de, hêzên al-Şara xalên li parêzgeha rojhilatê Helebê li kêleka Firatê girtin. Şamê ji ber “êrîşên Partîya Karkerên Kurdistanê û rêjîma berê” herêma li kêleka çem girt. 18 ê çile de, HSD ji Tebqayê, bendava Tişrînê li ser Firatê û Reqayê vekişîya.

Li Reqayê û Dêra Zorê, şervanên Hêzên Sûrîya Dêmokratîk ku ji eşîrên ereba pêk tên, berê xwe dane al-Şara û alîkarîya desteserkirina zevîyên pêtrolê kirine. Wekî beşek ji Hêzên Sûrîya Dêmokratîk, eşîran di dîrokê de du rol lîstine, ji ber ku ew berê pişta DAIŞ ê bûne. Dilsozîya wan pragmatîk û rewşî ye. Sûxov bi bîr tîne ku Dewletên Yekbûyî bi rêya peymanan û bertîlan ji şêxan re nakokî çareser dikirin û heta berî hilweşîna Beşar Esed îlona sala 2023 a de jî, eşîr li dijî kurdan şer dikirin. Sûxov dibêje, “Êlîtên eşîran ew kes hilbijartin ku çavkanî û leverên ewlehîyê yên demdirêj hebûn. Veguhestina wan bo alîyê Şamê piştgirîya civakî ya  li piştê lawaz kir, pevçûn veguherand pevçûnek navxweyî, û windakirina axê bileztir kir”.

Rola Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî

18 ê çile de, peymana di navbera al-Şara û kurdan de ji alîyê nûnerê taybet yê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî yê Sûryayê û balyozê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî yê li Tirkyayê Tom Barak ve hatîye pêşwazîkirin. Rojek berê, al-Şara û Barak li Şamê civîyan da ku li ser hevkarîya aborî niqaş bikin. Dewletên Yekbûyî ji sala 2014 a vir ve bi piştgirîya hewayî û çekan alîkarîya HSD ê di şerê li dijî DAIŞ ê de dike. Vê yekê rê da kurdan ku Kobanîyê bigirin,  sala 2016 a de Manbîcê û  sala 2017 a de jî Reqayê ji DAIŞ ê vegerînin. Lê belê, 17 ê çile de, serokê fermandarîya navendî ya Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, Brêk Kûpêr, bang li hêzên al-Şarayê kir ku “opêrasîyonên êrîşkar yên li Helebê û Tebqayê rawestînin”.18 ê çile, Dewletên Yekbûyî li gorî peymana ku sala 2024 a de hatîye çêkirin, leşkerên xwe ji Îraqê, ku sînorê Sûryayê ye, vekişand. Hêzên Dewletên Yekbûyî wê tenê li Kurdistana Îraqê bimînin.

Kêmkirina piştgirîya ji bo kurdan polîtîkayeke domdar ya Donald Tramp bûye. Hezîrana sala  2025 a de, Dewletên Yekbûyî biryar da ku heft ji baregehên xwe yên li Sûryayê bigire. Di dema yekem ya serokatîya Tramp de, sala  2019 a de, artêşa Amêrîkayê ji Manbîcê vekişîya. Kurd neçar man ku kanûna sala  2024 a de piştî ku al Şara li Şamê desthilatdarî bi dest xist, ji bajêr derkevin. Mijdara sala 2025 a de, Tramp bi al Şara re civîya û cezayên li ser Sûryayê rakir.

Dyûrên qebûl dike ku HSD ji ber helwesta Amêrîkayê berxwedana xwe ya li dijî Şamê terikand: “Kurdên Sûryayê neçar man ku îştaha xwe nerm bikin û qebûl bikin ku herî kêm beşek ji şerê navxweyî ji bo gel bihêlin” wekî din, Dyûrên bawer dike ku efsaneya hevpeymanîya kurd-Îsrayêlê, ku analîstên tirk pir caran behsa wê dikin, hatîye redkirin.

Xewnên tirkan dibin rastî

Bûyerên li Sûryayê bandor li ser Tirkyayê jî kirine, ku sala 2018 a de alîkarîya hêzên wekîlên wê kir ku “kantona” kurdan ya Efrînê û sala 2019 a de jî hin beşên sînorê Sûryayê-Tirkyayê bigirin. Abdûlah Ocalan, serokê PKK ê, ku li girtîgeha Tirkîyeyê li girava Îmralîyê cezayê muebbetê distîne, şerê li Sûryayê wekî hewldanek ji bo sabotekirina pêvajoya aşîtîyê ya di navbera Enqere û partîyê de bi nav kirîye.Ewî pabendbûna xwe ya ji bo aşîtîyê û çareserîyeke dêmokratîk ya pirsgirêka kurd dubare kirîye û bang li alîyan kirîye ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên nakok gavan bavêjin.

Dyûrên bawer dike ku rêkeftina li Sûryayê hatîye kirin bandorê li ser pêvajoya aşîtîyê ya li Tirkyayê nake. Bi ya wî, rayedarên Tirkyayê dîyalog bi giranî ji bo ku rê li ber bidestxistina statûya sîyasî ya kurdan li Sûryayê bigirin dest pê kirine.Ewî zêde kirîye ku “Ew karîn pozîsyonên xwe di hukumeta Sûryayê de bi girîngî xurt bikin û rêjeya êlîta desthilatdar ya bi serokatîya Receb Êrdogan li Tirkyayê bi xwe bilind bikin, li ser hesabê qelskirina PKK ê”.

Kamran Hasanov, zanyarê sîyasî li zanîngeha Zalsbûrgê, qebûl dike ku Tirkya ji çareserkirina nakokîya Şamê bi kurdan re li gorî ssênara Tirkyayê sûd werdigire. Lê belê, zanyarê sîyasî destnîşan dike ku ji nû ve destpêkirina opêrasyonên leşkerî wê ji bo Enqerê pir biha be, ji ber ku kurdên Sûryayê îdî piştgirîya derveyî ji Dewletên Yekbûyî û welatên Avropayê wernagirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button