Sala 2025 a de, 8 660 welatîyên ermenî yên ku ji Ermenîstanê derketine zêdetir ketine axa welatê me

Serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Paşînyan vîdyoyek li ser rûpela xwe ya Facebook ê weşandîye û gotîye: “Ez lez dikevim ku kêfxweşîya xwe bi we re parve bikim”.
Serokwezîr gotîye:”Me niqaşa rapora salane ya wezîreta karên navxweyî temam kirîye û hejmarek heye ku ez dixwazim bi kêfxweşî parve bikim. Sala 2025 a de, 8 660 welatîyên ermenî ji yên ku ji Komara Ermenîstanê derketine zêdetir ketine axa welatê me. Ji sala 2010 a vir ve li welatê me statîstîkên wiha li ser cudahîya di navbera derketin û ketina welatîyên ermenî de têne kirin û ev cara yekem e ku em ferqeke erênî dibînin, ango cara yekem e ku ji Komara Ermenîstanê zêdetir welatîyên ermenî ketine yên ku ji Komara Ermenistanê derketine”.
Şiroveyan de, ewî zêde kirîye: “Bi awayê, min ji kêfxweşîyê bîr kirîye ku behs bikim ku di rastîyê de di dema pandemîya kovîdê de hevsengîyeke erênî ya pir mezin hebû, lê dîyar e ku ew bi girtina rêyên veguhastinê, qedexeya gerdûnî ve girêdayî bûye”.







