H’emû nûçeSereke

Undakirina sereke ya Rûsyayê li Ermenîstanê undakirina piştgirîya raya giştî ye, ne efirandina rêya Tramp yan çavdêrên Yekîtîya  Avropayêye:Tîgran Grîgoryan

Zanyarê sîyasî Tîgran Grîgoryan daxuyanîya hevbeş ya Ermenîstan û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî  ya derbarê vekirina astengkirina ragîhandinên herêmî û mêxanîzma “Front Office / Back Office” de li ser Factor TV ê analîz kirîye.

Grîgoryan behsa naveroka belgeyê kirîye û wiha gotîye: “Di vê belgeyê de zelalkirinên pir girîng hene, bi taybetî tekez li ser desthilat û serwêrîya Ermenîstanê li gelek deveran… Behsa wê yekê tê kirin ku karmendên kar û barê gumrikê yê Ermenîstanê û her weha karmendên kar û barê sînor, divê bi awayekî fîzîkî, bo nimûne, di wê beşê de amade bin. Tekez li wê yekê tê kirin ku sazîyên dewletê yên Komara Ermenistanê divê bikaribin di hemî beşên wê ragîhandinê de, tevî ofîsa pêşîyê jî, hebin. Ez difikirim ku ev zelalkirinên girîng in”.

Zanyarê sîyasî di derbarê mêxanîzma pêşnîyarkirî de tekez kirîye: “Ez difikirim ku ev mêxanîzma ofîsa pêşîn -ofîs piştî çareserîyeke dîplomatîk ya pir serketî ye: ji alîyekî ve, ji bo têrkirina daxwaza Adirbêcanê ku rêwî û barhilgirên Adirbêcanê raste-rast, tavîlê bi cerdevanên sînor yên ermenî re nekevin têkilîyê û ji alîyê din ve, ji bo parastina helwesta Ermenîstanê ku divê Ermenîstan desthilat û mafên xwe biparêze”.

Lê belê, Grîgoryan destnîşan kirîye ku bersiva dawî ya Adirbêcanê hîn nayê zanîn: “Bê guman, ev di serî de têgihîştina Ermenîstanê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîye derbarê vê pêvajoyê de. Em hîn jî nizanin ka Adirbêcan wê di danûstandinên din de li ser van mijaran çi helwest bigire… Di vê qonaxê de, ez nikarim bi bawerî îdîa bikim ku Adirbêcanê dev ji vê daxwazê ​​berdaye û divê ev wekî rîskeke potênsîyal û dijwarîyeke potênsîyal di vê pêvajoyê de bê dîtin”.

Pispor behsa rola Rûsyayê û veberhênanên gengaz kirîye û wiha gotîye: “Di vê qonaxê de, ez difikirim ku girîng e ku rîya Rûsîyayêye hesin bi xwe ji ber şerê Rûsyayê-Ûkraînayê di krîzê de ne, ango di rewşek pir dijwar de ne. Lê bi giştî, bê guman, ji bo Ermenîstanê girîng e ku hemî binesazîya heyî li ser axa xwe zû sererast bike”.

Tîgran Grîgoryan mijara garantîyên ewlehîyê yên ji Rûsyayê analîz kirîye û wiha dawî li axaftina xwe anîye:”Zîyana sereke ya Rûsyayê li Ermenîstanê ne ew e ku, bo nimûne, amêrîkî îdî TRIPP ê bicîh bînin… Pirsgirêka sereke tam windakirina wê raya giştî ye… Rûsya, ji ber ku di salên dawî de erk û berpirsîyarîyên xwe yên li hember Ermenîstanê û Qerebaxê bi cîh neanîye, bi giranî piştgirîya giştî li Ermenîstanê winda kirîye”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button