H’emû nûçeSereke

Artêşa here bihêz ya cîhanê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî ye: Ermenîstan di rêza çendadaye?

Rûsîya di rêzbendîya artêşên herî bihêz yên cîhanê de di rêza duyemîn de cîh girtîye, Ûkraîna jî di rêza 20 emîn de cîh girtîye. Portala analîtîk ya Global Firepower ê her sal vê rêzbendîyê li gorî 60 nîşaneyên ku îndêksa hêza parastinê ya 145 welatan dîyar dikin, berhev dike. Sêrvîsa rûsî ya DW dinivîse ku ev pîvan ne tenê jimara leşkeran, lê di heman demê de aborîya welêt, cîhê erdnîgarî û potênsîyala dêmografîk jî dihewîne.

Dewletên Yekbûyî rêza yekem de ye, piştre jî Rûsîya tê. Analîstan xerckirina zêde ya sotemenî, gaz û komirê ji alîyê artêşa Rûsyayê ve, nebûna keştîyên ku dikarin helîkopteran hilgirin û sînorê hevbeş yê dirêj wek xalên lawaz destnîşan kirine.Çînistan, Hindistan û Korêya Başûr jî di nav pênc welatên pêşîn de cîh girtin.

Artêşa Ûkraînayê di rêza 20 î de ye.Xalên wê yên bihêz mezinahîya artêş û yedek, mîqdara alavên leşkerî û qebareya lêçûnên parastinê ne.Analîstan nebûna binavî û keştîyên şer yên mezin wek qelsîyên wê, û her weha xerckirina wê ya zêde ya komir, pêtrol û gazê destnîşan kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button