H’emû nûçeSereke

Bi peymana Hindistan-Yekîtîya Avropayê  potênsîyala tranzîtê ya Başûrê Kafkasîyayê wê zêdebe: Paşînyan

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan piştî civîna hukumetê wextê brifîngê li ser bendewarîyên ji civîna bilind ya civata sîyasî ya avropî axivîye.

Ez piştrast im ku em ê wê baş organîze bikin û ez hêvî dikim ku mêvanên me wê bi bandorên baş ji Ermenîstanê derkevin, mîna ku piştî civîna bilind ya  sala 2018 a  ya rêxistina navneteweyî ya Frankofonîyê bi bandorên baş çûn û bê guman, xuyabûna navneteweyî ya Ermenîstanê, nav û dengê navneteweyî û bê guman, ew derfeteke pir baş e ku meriv bi van şandeyên nûner yên rêzdar re têkilî dayne, di nav de niqaşkirina mijarên di rojeva dualî  bi wan re”

Bi awayê, li Ermenîstanê ev yek nehat dîtin, lê ez difikirim ku tiştekî pir girîng qewimî ye.Hindistanê û Yekîtîya Avropayê peymana bazirganîyê ya mezin îmze kirine û ez difikirim ku raste-rast bi herêma me û Ermenîstanê, Adirbêcanê, Gurcistanê ve girêdayî ye. Ji ber ku ez difikirim ku potênsîyala tranzît û girîngiya Başûrê Kafkasîyayê, tevî wê peymanê, wê hîn bêtir zêde bibe. Wekî din, ez tu welatan cuda nakim. Ez derheqa Adirbêcanê, Gurcistanê, Ermenîstanê, Îranê, Tirkyayêda xeber didim û her ku em zûtir formatên berbiçev ji bo hevkarîyê bibînin, ew ê ji bo herêmê, dewlet û gelên wê û bê guman, ji bo hevkarên me yên li Yekîtîya Avropayê û Hindistanê çêtir be, ji ber ku divê ev peyman bibin rastîyek.

Serokwezîr destnîşan kirîye ku “Eşkere ye ku rêyên behrê wê pir bi bandor bin û wê bixebitin û ew îro jî dixebitin. Lê bi taybetî niha, girîngîya projeya TRIPP, projeya “Xaçerêya aşîtîyê” û Başûrê Kafkasîyayê wek rêyeke tranzîtê bi girîngî zêde dibe”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button