H’emû nûçeSereke

Ermenîstan wek donor di Yekîtîya  Avrasîyayêye Aborî de: dema ku em ji ya ku em distînin bêtir didin

Ermenîstan hîn jî wek donor ji bo Yekîtîya Avrasîyayêye Aborî dimîne:welatê me ji ya ku distîne bêtir bacên gumrikê vediguhezîne byûcêyên dewletên vê yekîtîyê.

Factor.am ji wezîreta  fînansa  zelal kirîye ku  sala 2025 a de, Ermenîstanê 122.6 mîlyard dram veguhestîye tevahiya «qutîya” ya Yekîtîya Avrasyayêye Aborî û 67.8 mîlyard dram ji van welatan wergirtîye. Bi gotineke din, Ermenîstanê 1.8 carî zêdetir pere daye.

Divê bê zanîn ku ev rewş piştî şerê rûsa-Ûkraînayê dest pê kirîye, dema ku gelek kelûpelên di lîsteya dorpêçên Rojavayî de ji bo Rûsyayê bi rêya axa Ermenîstanê hatine îtxalkirin. Lûtkeya wê di sala 2023 a de hatîye tomar kirin, nemaze ji ber ji nû ve hinardekirina elmasan.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button