SerekeSîyasî

Îstîxbarata leşkerî ya Fînlandîyayê:Rûsyayê rola xwe ya navbeynkarîyê di nakokîya Ermenîstanê û Adirbêcanê de winda kirîye

Li gorî rapora îstîxbarata leşkerî ya Fînlandîyayê ya sala 2026 a, Rûsyayê pozîsyona xwe ya navbeynkar di nakokîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de winda kirîye.

“Rûsya hîn jî li Başûrê Kafkasîyayê lîstikvaneke girîng e, her çend bandora wê kêm bûye jî. Moskvayê pozîsyona xwe ya navbeynkar di nakokîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de winda kirîye û têkilîyên her du welatan bi Rûsyayê re qels bûne”.

Di nirxandina wezîretê de hatîye destnîşankirin ku “Armanca sereke ya Rûsyayê ya zêdekirina bandora xwe ya cîhanî neguhêrîye. Rejîma wê ji alîyê Rojava ve wek gef tê dîtin û hewl dide ku wê qels bike, bi karanîna şerê li Ûkraînayê, pevçûnên din û bandora hîbrîd ya dijminane wekî amûran. Bala Rûsyayê li ser axa Yekîtîya Sovyêtê ya berê ye û bi taybetî şerê li Ûkraînayê, ku ew li ser hesabê bidestxistina armancên xwe yên din dimeşîne”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button