SerekeSîyasî

Daxwazên Yêrêvanê bi lez û bez têne çareserkirine: wezîreta Rûsîyayêye karên der li ser nûjenkirina beşên rîya hesin yên ku ber bi Tirkîyayê û Adirbêcanê ve diçin

Nûnera wezîreta Rûsîyayêye karên dere fermî, Marîa Zaxarovayê ragîhandîye ku serlêdana Ermenîstanê ya ji bo tamîrkirina beşên rîya hesin yên ku ber bi Tirkîyayê û Adirbêcanê ve diçin, niha bi lezgînî tê lêkolînkirin.

Zaxarovayê li gorî peyamnêrê “Armenpress” ê, destnîşan kirîye ku “alîyê rûsî bi hevkarên ermenî re di têkilîyê de ye, di nav de di warê aborî de jî. Hemû daxwazên ji Yêrêvanê ji hêla beşên peywendîdar ve di moda opêratîv de têne pêvajokirin”.

Ewê zêde kirîye ku Moskva ji nû ve amadebûna xwe ji bo nirxandina vebijarkên gengaz, bi berçevgirtina ezmûna bêhempa ya ku ji hêla rîya Rûsîyayêye hesinên ve hatîye berhevkirin, piştrast dike.

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan bang li Rûsyayê kiribû û jê xwestibû ku di zûtirîn dem de li ser mijara sererastkirina beşên trênê yên li ser axa Ermenîstanê yên ku ber bi sînorên Adirbêcanê û Tirkîyayê ve diçin biryarekê bide. Li gorî serokwezîr, heger ji ber her sedemekê alîyê rûsî nexwaze veberhênanan bike, Ermenîstan wê van beşan ji tawîzê derxîne û bi pereyên xwe xebatên nûjenkirinê pêk bîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button