Gaveke din ber bi hevkarîya nêzîktir ya di navbera Ermenîstan û Yekîtîya Avropayê de di warê parastinê de: Kalas li ser piştgirîya 20 mîlyon yûro ji bo Ermenîstanê

Nûnera bilind ya Yekîtîya Avropayê ji bo kar û barên der û sîyaseta ewlehîyê, Kaya Kalasê li ser biryara dayîna 20 mîlyon yûro piştgirî ji bo Ermenîstanê di çarçoveya tesîsa aşîtîyê ya Avropayê de şîrove kirîye.
Li gorî “Armenpress”, şîroveya Kaya Kalasê li ser malpera Konsêya Avropayê hatîye weşandin.
“Ev çalakîya alîkarîyê ya tesîsa aşîtîyê ya avropî gaveke din e ber bi hevkarîyeke nêzîktir di navbera Yekîtîya Avropaye û Ermenîstanê de di warê ewlehî û parastinê de. Bi vê çalakîyê re, Yekîtîya Avropayê pabendbûna xwe ya ji bo berdewamîya piştgirîya berxwedana Ermenîstanê nîşan dide, ku beşdarî aramî, aşîtî û ewlehîyê li tevahîya herêmê dibe”,-ewê gotîye.
Konsêya Yekîtîya Avropayê biryarek daye ku di çarçoveya tesîsa aşîtîyê ya avropî de 20 mîlyon yûro alîkarîyê bide Ermenîstanê. Li gorî daxuyanîyekê ku li ser malpera fermî ya konsêyê hatîye weşandin, armanca alîkarîyê hewînkirina şîyanên lojîstîkî yên hêzên çekdar yên Komara Ermenîstanê ye, bi balkişandina ser parastina nifûsa sîvîl di rewşên krîz û awarte de.
Tê destnîşankirin ku ev yek wê berxwedana Ermenîstanê zêde bike û di rewşa beşdarbûna muhtemel ya di mîsyon û opêrasyonên leşkerî yên navneteweyî yên pêşerojê de, di nav de mîsyonên ku ji hêla Yekîtîya Avropî ve têne kirin, leztir bike.
Her wiha hatîye tekez kirin ku Yekîtîya Avropayê pabend e ku hevkarîya sîyasî û aborî ya berfireh bi Ermenîstanê re, li ser bingeha rojeva stratêjîk ya nû ji bo hevkarîya Yekîtîya Avropayê-Ermenîstanê, xurt bike.







