Armên Grîgoryan bernameyên ku ji bo pêşxistina binesazîyên herêmî hatine bicîhkirin raberî Olof Skûgîn kirîye

2 ê sibatê, sêkrêtarê konsêya Ermenîstanêye ewlehîyê Armên Grîgoryan şanda bi serokatîya cîgirê sêkrêtarê giştî yê kar û barên sîyasî yê xizmeta çalakîyên Avropayêye der Olof Skûgî qebûl kirîye.
Wek ku “Armenpress” ji daxuyanîya ku ji alîyê ofîsa konsêya Ermenîstanêye ewlehîyê ve hatîye weşandin fêr dibe, hevpeyîvînan bi kêfxweşî pêşketin û berfirehkirina domdar ya hevkarîya di navbera Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê tekez kirine û her weha li ser hejmareke mijarên di rojeva berfireh ya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê de niqaş kirine û tekezî li ser dabînkirina beşa duyemîn ya alîkarîyê ji bo Ermenîstanê ji alîyê fonda aşîtîyê ya Avropayê ve kirine.
Civînê de, sêkrêtarê konsêya ewlehîyê bernameyên ku ji bo pêşxistina girêdana herêmî û binesazîyê di nav aşîtîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de hatine danîn, hatine bicîhkirin, raber kirîye.







