Ez difikirim ku mijara rageşîya bi Rûsyayê re ji ya ku bi rastî ye pir zêde hatîye nirxandin:Alên Sîmonyan

Serokê parlamêntê Alên Sîmonyan di hevpeyvîna li gel Factor TV ê dîyar kirîye ku ew ne mimkûn dibîne ku Rûsya tevlî bernameya TRIPP ê bibe û tekez kirîye ku ew “rêxistineke ermenî-amêrîkî” ye.
“Berî her tiştî, TRIPP rêxistineke ermenî-amêrîkî ye. Heger em li ser vekirina rêyeke wekhev biaxivin, bi raya min divê ew destpêşxerîyeke cuda be, lê di çarçoveya TRIPP de, ez wê hinekî bêaqil dibînim, ji ber ku ev tê wateya kirina her tiştî da ku TRIPP ji nişêka ve nexebite”,- ewî gotîye.
Sîmonyan behsa berjewendîya Rûsyayê kirîye û destnîşan kirîye ku “ev normal e, ev awayê karê hêzeke mezin e” û nayê wê wateyê ku tiştekî neasayî ye. “Her kes bi wê yekê eleqedar e ku li welatên derdora xwe bandorê hebe”.
Serokê parlamênta Ermenîstanê û Adirbêcanê di derbarê têkilîyên Ermenîstan-Adirbêcanê de gotîye ku “rûpela şer girtî ye” û rojeva aşîtîyê ji alîyê raya giştî ve hatîye qebûlkirin. Ew piştrast e ku ev nêzîkatî “wê di hilbijartinên sala 2026 a de careke din bê piştrast kirin”.
Di hevpeyvînê de, Alên Sîmonyan behsa çalakîyên parlamêntê, nebicîhanîna hin sozên hukumetê û têkilîyên bi muxalefetê re kirîye.







