Wezîr: Ermenîstan danûstandinên xwe yên li ser sererastkirina rêya hesinî bi Rûsyayê re didomîne

Em danûstandinên bi aliyê rûsî ra li ser sererastkirina rêyên trênê yên ku Ermenîstan bi Adirbêcan û Tirkîyeyê va girêdidin didomînin. Ev yek ji alîyê wezîrê rêvebirîya herêmî û binesazîyê yê Komara Ermenîstanê, Davîd Xûdatyan, di 3ê Sibatê da di civînekê da bi rojnamevanan ra hate gotin.
Ewî zelal kirîye ku li gorî rayedarên Ermenîstanê, divê xebat li deverên navborî ji alîyê Rûsyayê va bê kirin. Wezîr zêde kirîye ku tu guhertin tune ne. Xûdatyan tekez kirîye, “Em li bendê ne ku di vê mijarê da biryarek dawî hebe, lê di vê gavê da hîn biryarek me tune ye.”
Wezîr zêde kir û zelal kir ku îhtîmaleke mezin heye ku alîyê rûsî di xebatên ku li cihên ku berê hatine behs kirin da beşdar bibe.
Berê, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan bang li Rûsyayê kir ku beşên rêya hesinî ji Yerasxê heta sînorê Naxçîvanê, ji Îcêvanê heta Xezaxê (Adirbêcan), û her weha ji Axurîkê heta sînorê Tirkiyeyê bi lez û bez sererast bike.







