Wezîr: Li Ermenistanê girtîyên sîyasî tunene, ev yek ji alîyê komîtêya peywendîdar a PACE va jî hatiye raberkirin

Li Ermenistanê girtîyên sîyasî tunene, û ev nirxandin di rapora komîtêya têkildar a Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropayê de jî hatiye gotin.
Li gorî “Armenpress”-ê, ev yek ji hêla wezîra edaletê Srbûhî Galyanê va hatiye gotin. Wezîr destnîşan kir ku “Ez dîsa dibêjim, li welatê me girtîyên sîyasî tunene. Di raporên ku vê dawîyê ji hêla sîstêmên Ewropî ve hatine weşandin da behsa girtîyên sîyasî tune ye, û ev bi serê xwe pir girîng e.” Li gorî Srbûhî Galyanê, nêrînên sîyasî an çalakîya sîyasî nikare kesek ji berpirsiyarîya sûcekî muhtemel azad bike. Wê tekez kir ku “Hûn nikarin li pişt nêrînek an statuyek sîyasî xwe veşêrin û sûcekî bikin, û dûra behsa zilm û zordarîya sîyasî bikin. Mijûlbûna bi sîyasetê nayê wê wateyê ku divê çalakîyên we di çarçoveyek sîyasî da werin dayîn.” Wezîr destnîşan kir ku lêpirsînên li ser dozên sûc yên heyî berdewam dikin, û tenê dadgeh dikarin nirxandineke dawî bidin. “Heta ku çalakîyek dadwerî tune be, tu encamên kesane an sîyasî ne girîng in. Srbûhî Galyanê got, “Sazîyên lêpirsînê, dozgerîyê û dadwerîyê karê xwe dikin, û kesên ku hulixên sîyasîda cîh digirin nikarin ji çalakiyên van sazîyan berpirsîyar bin.”







