
Serokê hukumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çavpêkeftineke têlêvîzyonî de bi kanala Sky News Arabia re peyameka ron li ser doza kurdan li deverê û mafên rewa yên gelê kurd ragîhandîye û tekez kirîye ku nasnameya kurd şanazîyeka mezin e û nabe wekî pirsgirêk bê dîtin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje jî daye: kurdan mîna her neteweyeka din ya deverê (ereb, tirk û faris) mafê wekhevîyê heye û hejî wê yekê ne ku mafê biryardana li ser çarenivîsa xwe hebe. Herwesa gotîye divê rê li kurdan neyê girtin ku behsa xewnên xwe bikin ev mafekê xwezayî ye û tenê ew kesên ku rêzê li pirrengiyê nagirin nasnameya kurd wekî pirsgirêk dibînin.
Mesrûr Barzanî di derheqa rewşa kurdan li welatên cînar de jî ragîhandîye: her pareke taybetmendî û ketwarên xwe yên siyasî hene. Di derheqa Sûryayê de jî piştgiriya xwe ji bo dîyalogê anîye ziman û ragîhandîye kurdan li wê derê gelek êş kişandine û “hejî nasandin û mafên xwe ne”. Herwesa hêvî kirîye ku pêvajoya aşîtîyê li Tirkyayê bibe hêvênê çareserîyeka berdewam û li Îranê jî kurd bigihîjin wan mafan yên ku ew hejî ne.
Mesrûr Barzanî di tewerekê din ê gotinên xwe de jî tekez kirîye ku divê pergala fêdêral li Îraqê wekî xwe bê bicîhanîn. Rexne li wê yekê jî kirîye ku byûcêya û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê hîn jî wekî “karteka sîyasî” tên bikaranîn, ku ew jî binpêkirina destûrê ye. Di derheqa posta serokkomarê Îraqê de jî gotîye: divê ev post bi heqkirina li gorî hilbijartinan û îradeya piranîya gelê kurd be, da ku bi rastî nûnerîtîya gel bike.
Navbirî haydarî jî daye: xeterîyên DAIŞ ê hîn bi dawî nebûne, ji ber ku ew jîngeha ku tundrêyî tê de zêde dibe (wek neheqî, hejarî û zordarî) hîn nehatîye çareserkirin.Tekez jî kirîye ku, mana hêzên hevpeymanan bi serokatîya Amêrîkayê ji bo piştgirîkirina hêzên navxweyî di şerê li dijî têrorê de ji bo parastina tenahîya deverê pêdivîtîyeka berdewam e.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez jî kirîye: Herêma Kurdistanê wê her gav wek “pareka çareseriyê” bimîne, ne ku pirsgirêk. Herwesa ragîhandîye ku, ew peywendîyeke dostane bi hemî cînaranan re li ser bingeha rêzgirtina dualî û destwernedana di kar û barên hev de dixwazin, bi wî şertî ku mafên destûrî yên gelê kurd parastî bin.







