Serdana cîgirê serokê Dewletên Amerîkayêye Yekbûyî Jêyms Dêvîd Vêns bo Ermenîstanê û Adirbêcanê: pêvajoya aşîtîyê, TRIPP û têkilîya nû ya amêrîkî

Cîgirê serokê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Jêyms Dêyvîd Vêns gera xwe ya navneteweyî ji Îtalyayê dest pê kirîye û beşdarî merasîma vekirina olîmpîyada zivistanê li Mîlanê bûye, lê balê sîyasî yê serdanê Başûrê Kafkasîyayê ye. AP ê gotareke berfireh ji serdana Vêns nirxandîye û girîngîya Başûrê Kafkasîyayê tekez kirîye. Gotarêda bi taybetî tê kifşê:
“Piştî olîmpîyadayê, Vêns plan dike ku here Ermenîstanê û Adirbêcanê.Donald Tramp ew erkdar kirîye ku pêvajoya ku armanc dike bidawîanîna nakokîya nêzîkî çar dehsalan di navbera her du welatan de pêşve bibe”.
Li gorî AP ê, peymana aşîtîyê rê dide Dewletên Yekbûyî ku di nav kêmbûna bandora Rûsyayê pozîsyona xwe li herêmê qewîn bike. Li gorî ajansê, xalên sereke ji nû ve destpêkirina ragîhandina veguhastinê û berfirehkirina hevkarîya bi Dewletên Yekbûyî re di sêktorên ênêrjî û têknolojîyê de ne.
Cîgirê balyozê Ermenîstarnêyî berê li Dewletên Yekbûyî û parêzerekî li Waşîngtonê Amên Xarazyan, destnîşan dike ku pêvajoyeke çerxeya vekirî ya ermenî-amêrîkî dest pê dibe.
Li gorî AP ê, peymana aşîtîyê dihêle ku Dewletên Yekbûyî pozîsyona xwe li herêmê di nav kêmbûna bandora Rûsyayê de qewîn bike.
Li gorî ajansê, xalên sereke ji nû ve destpêkirina danûstandinên veguhastinê û berfirehkirina hevkarîya bi Dewletên Yekbûyî re di warên ênêrjî û têknolojîyê de ne.
Cîgirê berê balyozê Komara Ermenîstanêyî berê li Dewletên Yekbûyî, parêzerê ku li Waşîngtonê dijî, Amên Xarazyan, destnîşan dike ku pêvajoyeke çerxeke vekirî ya ermenî-amêrîkî dest pê dike.
“Her wiha ewlehîya opêrasîyona Mêsamorê, perwerdekirina pêrsonal û hevkarîya berdewam heye. Anîna têknolojîyê di heman demê de tê wateya ekosîstemeke mezin ji bo xizmetkirina wê têknolojîyê, perwerdekirina pêrsonelên profêsîyonal yên têkildar û piştgirîya debara wan. Ev pêvajoyên pirçerxî ne”.
Serokê karmendên qesira Sipîyî yekem kes bû ku serdana Vênse 24 ê çile de ragîhandîye ku armanca serdanê pêşvebirina projeya TRIP ê bûye.
Li gorî pisporan, serdana cîgirê serokê Amêrîkayê îzbat dike ku di vê qonaxê de, berjewendîyên herêmî yên Tramp û berjewendîyên Ermenîstanê li hev dicivin.
“Li herêma me, ew piştgirîyê dide Ermenîstanê wek dewletek ku bi berjewendîyên wî re li hev dike û di wê mijarê de, wê pir baş be ku ew di planên xwe yên li herêma me de heta dawîyê bi ser bikeve, ango planên Ermenîstanê jî bi ser bikevin.TRIPP wê bi guhartina ku em dixwazin, ango di bin serwêrîya Ermenîstanê de, bê bicîh kirin û Adirbêcan nikare tiştekî li dijî wê bike û ji bilî vê, ew ê li dijî Ermenîstanê serî li tu serpêhatîyan nede”.
Daxuyanîya balyozxaneya Dewletên Yekbûyî ya 5 ê sibatê jî ketina pêvajoyê bo qonaxa pratîkî piştrast dike. Balyozxaneyê ragîhandîye ku tîmek ji hevaltîya şêwirmendîya endezyarîyê ya amêrîkî AECOM, li ser navê fonda hevkarîya binesazîyê û veberhênanê ya cîhanî ya wezîreta der serdana Ermenîstanê kirîye da ku dest bi xebata lêkolîna cîhê ji bo TRIPP bike. Daxuyanîya balyozxaneyê dibêje: “Ev xebat wê lêkolîneke gengazbûnê û pêşxistina pêşnîyarên ji bo avakirina rîya hesin û binesazîyên din yên ku wê alîkarîya pêşvebirina mezinbûna aborî ya demdirêj li Ermenîstanê, girêdan û întêgrasîyona herêmî bikin, di nav xwe de bigire”.
AECOM fîrmeke mezin ya şêwirmendîya endezyarîyê ya amêrîkî ye ku navenda wê li Têxasa Dalasye. Ew li 150 welatan kar dike û bi qasî 51 hezar karmendên wê hene.
Ev hevaltî di sêwirandin û birêvebirina binesazîyê de pispor e, di nav de rêyên hesinî, otoban, balafirgeh û bende û her weha projeyên nirxandina bandora jîngehî û civakî yên ênêrjî, dabînkirina avê. Wê projeyên mezin yên rîya hesin li Avropayê û Asyayê bicîh anîye.
Ev hevaltî her wiha bi herêma me jî dizane. AECOM beşdarî pêşxistina konsêptên binesazîyê li Ermenîstanê, nirxandinên jîngehî û her weha hevkarîya bi sazîyên darayî yên navneteweyî li Başûrê Kafkasîyayê û herêmên cînar bûye.
14 ê çile, piştî hevdîtinên li Waşîngtonê di navbera wezîrê Amêrîkayêyî karên der Marko Rûbîo û wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan, daxuyanîya hevbeş ya Komara Ermenîstanê û Dewletên Yekbûyî li ser projeya TRIP ê hatîye weşandin.
Belgeyê de hatîye gotin ku hevaltîya hevbeş ya Ermenîstan-amêrîkî wê rîya hesin, otoban, xetên êlêktrîkê û binesazîyên din li ser korîdora transît ava bike. Tê de hatîye tekez kirin ku Ermenîstan wê li ser kontrolkirina sînor û fûnksîyonên gumrikê xwedî desthilata tevahî be.
“Serwêrî, dadwerî û desthilatên Ermenîstanê di warê kontrola sînor û gumrikê de bêguherîn in û ne mijara danûstandinê ne”.
Di nav derdorên pisporan de, serdana Vêns wek gavek ji hêla Waşîngtonê ve tê nirxandin da ku pêvajoyê di bin kontrolê de bihêle û ber bi qonaxek pratîkî ve biçe. Li gorî pisporê kar û barên navneteweyî Sûrên Sargsyan, Waşîngton pêvajoya aşîtîyê wek amûrek ji bo xurtkirina pozîsyonên xwe yên jêopolîtîk dibîne, nemaze di şert û mercên ku hevsengîya hêzê li herêmê diguhere.
Serokê navenda lêkolînên sîyaseta ewlehîyê Arêg Koçînyan, piştrast e ku serdan wê ji bo danîna bingeha TRIPP ê girîngîya pratîkî hebe.
“Ew ê mixekê lêxin û ew ê bingeh be. Ango, ew ê destpêka avakirinê be. Ev tê vê wateyê ku peyman û belgekirin temam bûne, ku ev pir girîng e. Ango, bingeh wê bûyera sembolîk be ku wê me ji plansazîyê ber bi pêkanînê ve bibe, ango avakirina wê projeyê û ev ne tenê di çarçoveya ragîhandinê de, lê di heman demê de bi gelemperî, di çarçoveya çareserîya ermenî-adirbêcanê de jî pir girîng be”.
Pispor piştrast in ku serdana cîgirê serok peyameke eşkere ye ji bo Yêrêvanê û Bekûyê ku pêvajoya aşîtîyê di rojeva sîyasî ya amêrîkî de ye û Waşîngton dixwaze di qonaxên wê yên pêş de jî roleke çalak bilîze.







