H’emû nûçeSereke

Ararat Mîrzoyan û Cêykob  Hêlbêrg li ser destpêşxerîyên nû yên hevkarîya stratêjîk ya Ermenîstan-Amêrîkayê axivîne

Wezîrê Ermenîstanêyî  karen der Ararat Mîrzoyan  rastî cîgirê wezîrê Dewletên Aêmrîkayêye Yekbûyîye  ji bo kar û barên aborî Cêykob Hêlbêrg hatîye. Rêvebera giştî ya “Enterprise Armenia” е Gohar Abacyan jî beşdarî  rasthatinê bûye.

Wek ku “Armenpress” ji daxuyanîya wezîreta Ermenîstaneye karên der fêr dibe, di hevdîtinan de li ser destpêşxerîyên heyî û yên gengaz yên nû yên ku armanc dikin pêşveçûna domdar ya hevkarîya stratêjîk ya Ermenîstanê û Amêrîkayê behs kirine.

Bi razîbûna hevbeş hatîye tekez kirin ku mêmorandûmên dualî yên li ser hevkarîyê di warên zekaya sûnî û nîvkondûktoran de ku 8 ê tebaxê li Waşîngtonê hatine îmzekirin, bingehek baş ji bo têkilîyê ava kirine û xuyangên berbiçav yên hevkarîyê jixwe hene.

Hevpeyvîneran amadebûna xwe ji bo berdewamîya xebata çalak li ser pêşvebirina veberhênanan di warê têknolojîya bilind û berfirehkirina hevkarîya aborî bi giştî nîşan dane, bi berçevgirtina ezmûna li Ermenîstanê di van waran de çêbûye û jîngeha ku bi lez pêş dikeve.

Ararat Mîrzoyan û Cêykob  Hêlbêrg   li ser warên din yên berjewendîya hevbeş, bi taybetî jî li ser pêrspêktîvênî, derxistina zincîrên dabînkirina madenên krîtîk û pêşxistina axivîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button