Rêaktorên modûlar yên biçûk wê hebin, Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî wê 9 mîlyard dolar li ewlehîya ênêrjîyê ya Ermenîstanê veberhênan bike

Cîgirê serokê Dewletên Yekbûyî Cêyms Dî Vêns, ku ji bo serdana du rojî hatîye Ermenîstanê, daxuyanîya hevbeş de bi serokwezîr Nîkol Paşînyanra gotîye:”Pir xweş e ku ez li vir li Ermenîstanê me”.
Li gorî wî, Ermenîstan welatekî ecêb e ku meriv pê re bixebite û Amêrîka pir serbilind e pê. “Serok Tramp û serokwezîr Paşînyan bi hev re gelek tiştan bi dest xistine.Aîştî ji hêla mirovên hişyar ve nayê avakirin. Aşîtî di demên berê de nayê avakirin.Aşîtî di pêşerojê de tê avakirin. Û ji ber ku serokwezîr rêbertîyeke usa mezin nîşan daye, bi xebata bi min û serok re, em ne tenê ji bo Ermenîstanê bi hev re aşîtîyê ava dikin, lê di heman demê de em bi hev re bi Amêrîkayê re jî geş dibin”,-ewî destnîşan kirîye. Vêns ragîhandîye ku Dewletên Yekbûyî hejmareke lîsansên hinardekirinê ji bo Nvidia ê pejirandye.
“Ev tê vê wateyê ku bazarên nû, karên nû ji bo karker û hevaltîyên amêrîkî û ji bo Ermenîstanê ne. Ev çîpên ku piranîya welatên cîhanê nînin û nikarin hebin. Ew niha têne çêkirin û wê li vir li Ermenîstanê yên çêkirin, bi saya serokatîya vî serokwezîr”,-ewî gotîye.
Li gorî Vêns, Dewletên Yekbûyî wê di qonaxa yekem de 5 mîlyard dolar li ewlehîya ênêrjîyê ya Ermenistanê û di qonaxa duyem de jî 4 mîlyard dolarên din veberhênan bike. Ev yek avakirina rêaktorên modûlar yên biçûk vedihewîne.







